logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  4. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

'Çima pirtûkên bi kurdî li pirtûkxaneyên gel tune ne?'

  • Dîrok: 06/10/2024
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Di panela duyemîn a piştî nîvro de muzîkar Nurhak Kilagoz, şanoger  Omer Şahin û weşanger Serkan Eker axivîn. Şanoger Şahîn got "Di dema dawî de hemû lîstikên min têde lîstin hatin qedexekirin." Weşanger Serkan Eker jî pirsa 'Çima pirtûkên bi kurdî li pirtûkxaneyên gel tune ne?' kir.
Di vê beşê de rojnameger Nezahat Dogan moderatorî kir û pêşî muzîkar Nurhak Kilagoz axivî. Kilagoz got "Bi Plana Şark Islahatê ev 100 sal in asîmîlasyon li ser kurdan heye û rêxistina kurdan her dijî vê yekê sekiniye û daxwaza wekhevî û azadiyê kiriye."
SALÊN 70'YÎ DE 3 NAV
Kilavuz qala serdemên muzîkê yên Tirkiyeyê, di nav de jî kala serboriya muzîka kurdî kir û gotin anî ser salên 70'yî. Kilavuz got, "Van salan 3 nav derketine. Ali bAran ji ber ku li hemberî dagirkerî strana 'Mirişa Reş' got, sirgûn bû. Dûre Nizamettin Arîç heye. Arîç beşdarî ezmûnên TRT'ê bû, bi ser ket, bû kadro, stran dan hev, lê dema li Agirî ji Arîç xwestin klama 'Ehmedo' beje û wî got, ji kadroya dewletê hat qewirandin. Paşê Şivan Perwer heye, ew jî sirgûn bû."
Muzîkar Kilavuz gotin anî ser salên 90'î got, "Van salan gelek komên bi keda kolektif hatin avakirin çêbûn. Lê muzîka kurdî van salan jî nekarî di nav saziyên dewletê de cih bibine, lê Med Müzik 95'an de hat avakirin û van koman ji xwe re têde cih dît."
QEDEXEYA KONSERÊN NMÇ'Ê
Nurhak Kilagoz li ser qedexeyên demên dawî jî got, "Ji bo 30 saliya NÇM'ê me yê li Bostanci konsera 30 salî li dar bixista. Em çûn serê sibê bi dehan toma, erebeyên ewlehiyê. Em hînbûyî ne, lê hunermendên ji derve hatibûn gelek şaş bûbûn. Konser qedexe kirin."
Dûre şanoger Omer Şahîn li ser rewşa şanoya kurdî axivî. Şahîn diyar kir ku salên 90'î hêzên ewlehiyê bi ser sehneyên wan de digirtin, ew digirtin bin çavan, salên 2000'an lîstikên me dihatin qedexekirin. Şahin wisa got, "Ez mînakek wisa bidim, me lîstika Muzaffer îzgu 'Dîwar' derxistiye ser dikê. Lîstik wisa ne zêde polîtîk e jî. Tabî ji ber lîstikên me têne qedexekirin em hîn bûne rewşa zagonî çi ye. Li Qoserê emê bilîzin. Hatin gotin polîsan qedexe kiriye. Ez çûm qereqolê, min pirsî, tu belge nedan. Ji ber ku sedema qedexeyê tene ye. Em çûn salonê, me got emê bilîzin. 250 kes hatine temaşekirinê. Me lîst. Hevalekî got ka were, min pereceyê de nêrî bi dehan erebeyên polîsan, bi sedan polis. Wê me bigirin bin çavan. Ciwanên wir em girtin nava xwe, wekî ku em jî temaşevan in. Bi vî awayî heta navendê, heta cihê erebeyên me, em birin, em siwarê erebeyê bûn û ji Qoserê derketin. Fikra me ev e; Ew qedexe dikin, lê dijî vê  divê em rêyan bibinin."
Şanoger Şahîn got ji bo wan tu demê demeke aram tune bûye û qala lîstikên xwe yên qedexekirî wekî "Bêrî", "Tenê Ez" û lîstika li ser van qedexeya bi navê "Lîstik" çêkiriye, kir.
'DEWLETÊ WISA KIR KU OTO-SANSUR BIBE SERDEST'
Herî dawî Gerînendeyê Weşanê yê Ventusê Serkan Eker axivî û got ku dewletê bi zordariya daniye ser weşangeran û nivîskaran, êdî ji dêvla sansurê, oto-sansür bûye serdest. Eker wisa dom kir, "Dewletê bi cezayê hepsê, bi cezayê pereyan raste rast ev oto-sansür kiriye serdest. Dema berhem tê weşanger bi tirsa 'dibe ev pirsgirêk derxe' wê derê oto-sansur dike. Niha sansura herî giran li girtîgehan heye. Berhemên wan bêyî bigihînin derve tene tunekirin."
'ÇIMA LI PIRTÛKÊN KURDÎ LI PIRTÛKXANEYÊN GEL TUNE NE
Weşanger Eker diyar kir ku dema daya giştî li pişta nivîskar û weşangeran be ew hê zêdetir bi ewle kar dikin û gotin anî ser qedexeya li ser pirtûkên kurdî. Eker wisa got, "Mînak pirtûkên kurdî naxin pirtûkxaneyên gel. Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê vê yekê nake. Ev yek bi xwe sansura mezin e. Min ji pirtûkxaneyên şaredariyên di destê CHP'ê de ne jî pirsî. Ji Esenyurtê, ji Eyubê min pirsî, yek jî pirtûkek bi kurdî li wir nîn bû. Min pirsî çima, lê sedem nîn e. Gere em haya raya giştî bi vê bixin."
Li aliyê din Eker got ku dema nivîskar populer be û doz lê vebûbe saziyên weşangerî, nivîskarî hê zêdetir xwedî lê dertên, raya giştî hişyar dikin.

 

**

Nûçeya Eleqedar:

- Oz: 'Desthilatdarî ji bo Yilmaz Guneyên nû derneyê polîtîkayê dimeşîne'

 

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin #audiobook

news

'Dilop'ek nû derket #diyarname

news

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'#Angela Merkel bi navê "Freiheit. Erinnerungen# #diyarname #audiobook

news

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev #podcast #diyarname #deng #live

news

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan ,diyarname podcast festival #diyarname #podcast

news

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 30 08 2026

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

news
  • 30 08 2026

Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket

news
  • 29 08 2026

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

news
  • 28 08 2026

PKK'ê cara yekê eşkere kir; Heta niha çend winda dane?

news
  • 28 08 2026

Pirtûka ku hê nehatiye çapkirin hat qedexekirin!

news
  • 28 08 2026

PYD: Divê destûra nû ya Sûriyeyê bi zelalî kurdan wekî neteweyek yekgirtî nas bike

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Çend pirsgirêkên wergera kurdî

ad

Barzanî û perlementerên nû sond xwarin

ad

Di belgeyên nehênî yên Brîtandayê de ‘Kurd û Kurdistan’

ad

Nîşandayîna 'Kavil' û gotûbêjek

ad

Du hunermend di fînala Lîga Şampiyonan de dê konserê bidin

ad

Hefteyê tenê 4 rojan dê bixebitin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname