Diyarname
Nivîskar Hayrettîn Ekîncî di sala 1994’an de li Stenbolê hat binçavkirin. Di dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) de cezayê muebbetê li wî birîn û ew şandin girtîgehê. Ekîncî bi rêzê rêzê li girtîgehên mîna Stenbol, Dîlok, Mêrdîn û Îzmîrê ma.
Wî, piştî ku înfaza xwe ya 30 salan temam kir, bi hinceta ku “poşmanî” qebûl nekiriye, berdana wî ji bo 6 mehan hate taloq kirin. Piştî 30 sal û 6 mehan ji Girtîgeha Hejmara 2’yan a Şakranê a Alîagaya Îzmîra Tirkiyeyê îro hat berdan.
Nivîskar Hayrettin Ekîncî, di 30 salên girtîgehê de gelek çîrok, helbest û roman nivîsand û pirtûkên wî ji weşanên Aram û J&J’yê hat çapkirin. Heta niha bi temamî 8 pirtûkên wî hatine çapkirin.
Pirtûkên wî yên derketine ev in:
1-Li Çiyayê Qerejdax Şopa Gerîla, Roman, Weşanên Aram
2-Birîna Qerejdaxê, Roman,Weşanên J&J
3-Jan Bûne Nepenî, Helbest, Weşanên Aram
4-Rewşa Kurdên Ezîdî, Lêkolîn, Weşanên J&J
5-Hemû Dîwanên Min, Helbest Weşanên J&J
6-Evîna Qesrê, Helbest Weşanên J&J
7-Strana Mêrxasan, Helbest Weşanên J&J
8-Dengbêjî, Lêkolîn, Weşanên J&J


