Diyarname
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Meletî îsal di navbera 9-15’ê sermawezê li dar dikeve. Beşa pêşbaziya kurtefîlman a festîvalê dest pê kir. Kesên bixwazin fîlmên xwe bişînin vê beşê divê heta 16’ê rezbera 2012’yan berhemên xwe bigihînin ber destê amadekarên festîvalê.
Festîval ji aliyê Walîtiya Meletî û Weqfa Nasandin, Lêkolînkirin û Pêşxistina Mişmişên Meletî ve tê li dar xistin.
Beşa pêşbaziya kurtefîlman ji bo her kesî vekiriye. Yên bixwazin dikarin ji malpera festîvalê “www.malatyafilmfest.org.tr” agahî bigirin. Kurtefîlmên ku piştî 01.01.2012’yan hatine kişandin dikarin beşdarî festîvalê bibin. Di warê mijar, temen, jîrekî, cure de tu astengî nîn e, her kes dikare bi her kurtefîlmê xwe ve beşdar bibe lê divê kurtefîlm ne ji 30 deqîqeyê dirêjtir bin.
Kurtefîlmê ku bibe yekemîn dê 5 Hezar TL pere wekî xelat bigire.
Ji bo kesên eleqedar:
Navenda Festîvalê:
Navnîşan: Cumhuriyet Bulvarı No: 133 Okan Apt. K:6 D:5 Alsancak 35220 İzmir
Telefon: +90 232 466 02 02
Faks : +90 232 466 05 05
bilgi@malatyafilmfest.org.tr
www.malatyafilmfest.org.tr