LUQMAN GULDIVÊ
Huner di rastiyê de xwedî hêzeke ji ya darîçav û wê de ye. Di vê quncikê de gelek caran em mijarên ku îşaret bi vê yekê dikin, hildidin. Ji ber ku Sêyemîn Festîvala Zarokan li Girkê Legê pêr bi dawî bû, careke din eşkere bû çiqasî huner di mihrîcan, jiyana rojane û siyasetê de muhim e. Huner ne tenê huner e, ji huner û wê de ye. Yek ji awayên herî afirîner ê xweîfadekirinê ye. Xweîfadekirin jî di rastiyê de meydana azadiya însanî ye ku di warê siyasî û civakî de mirov ne diyarker jî be, karibe xeyal û fikra xwe bibêje. Ev jî bi serê xwe girîng e ji ber ku mirov bi vê ava dike: Gotar maneyan ava dikin.
Heger gotar maneyan ava dikin, wê demê huner dikare xwedî maneyeke gelekî cihê be. Dema em bifikirin ku sîstemên civakî pêdivî pê dibînin ku rewatiya xwe her kêlî ji nû ve biafirînin, her wiha desthilatdariyên siyasî jî bi heman rengî hewce ne rewatiyê ji xwe re her hilberînin, em pê dihisin ku awayên xweîfadekirinê yên hunerî di vê yekê de cihekî girîng digirin. Heger ev wisa ye ji bo civakên demokratîk û ji bo ferdên azadîxwaz û wekhevîxwaz jî, huner divê bi heman dewrê rabe.
Ango huner ne tenê huner e, lê ji bo ji nû ve û ji nû ve avakirina rewatiyan jî rêbazek e. Jixwe cureyên hunerî yên wekî wêjeya pexşanê, şano, fîlm di vê yekê de bi dewreke diyarker radibin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji tesîra xwe ya darayî, eskerî û wê de, bi huner û nexasim jî bi Hollywood û hin markeyên hunerî belav e, gerdûnî ye û împeryal e. Her gava ku ev sîstem bi krîzeke dijwar re rû bi rû dimîne, heger nikaribe rewatiya xwe ji nû ve ava bike, ew ê bişkê û pê re jî nikaribe xwe nû bike. Ji ber vê yekê ye ku dewleteke otorîter û zalim a wekî Îranê jî qîmet bi hunerê dide, li gorî xwe û bi awayê xwe, nexasim jî ji bo ku rewabûna xwe her ji nû ve ava bike.
Li bajarekî Rojhilatê Kurdistanê Festîvala Şano ya Kolanan a Navneteweyî bi rê ve çû. Malpera fermî ya festîvalê bi îngilîzî, farisî û kurdî bû. Bajarekî Kurdistanê jî ji bo nîşandana aliyê lîberal ê civakî muhtemelen hatiye tercîhkirin, ji ber ku ji rûyê yek reng ê rejîmê cihê ye û rengîniya civaka çiyayî ya Kurdistanê û xwezayeke yekane jî vî dîmenî temam dike. Ji bo rejîmê hem reklameke baş e û hem jî dikare bi huner rewatiya xwe ji nû ve ava bike. Helbet xelkê bajêr kolberên kurd ên berî festîvalê bi çend rojan qetilkirî ji bîr nekirin û ji bo wan û li dijî rejîmê hin çalakî kirin û slogan bilind kirin. Ev jî avakirina gotara alternatîf e. Di gotara alternatîf de cihê huner jî heye.
Sîstemên wekî alternatîf li dijî sîstemên desthilatdar tên pêşniyazkirin jî divê huner bikin, gotaran bi pêş bixin û bi van gotaran maneyan biafirînin. Lewma pêdiviya wan jî bi rewabûnê heye û lewma bi van maneyan û rewabûnê, ew dikarin bi ferdan û bi giştî bi civakê bidin nîşan ku ew alternatîfeke cidî ne û dikarin jiyaneke alternatîf bi huner, mane û rewabûna diafirînin xwedî bikin.
Ji ber wê jî Festîvala Zarokan a li Girkê Legê ji festîvalek wêdetir e û huner jî li wir ji huner wêdetir e. Neteweya Demokratîk, Civaka Demokratîk û Siyaseta Demokratîk heger divê bên avakirin, divê gotara wan û hunerê wan jî bi heman rengî karibe xwe ava bike û rewabûna wan ava bike, gotara wan xurt bike. Ne festîvalên desthilatdaran, festîvalên civakan wê karibin hunera civakan a alternatîf bi pêş bixin û gotarên manedar pêşkêşî civakê bikin. Ev jî wê tesîreke xurtir a fikrên alternatîf ên civakî ava bike.
guldive@yahoo.fr
14.09.2017, Yenî Ozgur Polîtîka
**
Wêne ji http://www.michiganbusiness.org hatiye girtin