Diyarname
Bernameya meha adarê ya Yenî Sahneyê hat eşkere kirin. Yenî Sahne vê mehê bi lîstikên xwe li gelek bajarên din derdikeve tûrneyê û li ser dika xwe jî dê hin çalakiyan li dar bixe.
Ji tûrneya Yenîsahneyê, lîstika wan "Forsa Şerko" roja 2'yê mehê li Silopî tê lîstin. "Forsa Şerko" wê 25'ê mehê li Amedê be û 28'ê mehê dîsa li Yenîsahneyê be.
Lîstikan wan "Serbaz" ku 3'yê mehê li Şirnexê ye, 16'ê mehê diçe Nisêbînê, 21'ê mehê li mala xwe Yenîsahneyê û 29'ê mehê jî li Amedê derdikeve ser dikê.
Di nav bernameyê de 8'ê mehê ku Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ye li ser dika wan jî dê lîstika Ankara Şehir Tiyatrosu "Komedyen Kadinlar" (Jinên Komedyen) bê lîstin. 9'ê mehê li Salona Baroyê ewê derhenêr Zekî Demîrkubuz bikin mêvan.
Lîstika "Jina Qelew" bi nîşandayîneke taybet li Ses Batmanê (Saet 19.30), lîstika Şano Ar "Qral û Travîs" jî 13'ê mehê (saet 20.30) wê bê lîstin.
Her wiha lîstikên kurdî, stand-upa Aram Dildar a bi navê "Ne wisa ne jî wilo" 17'ê mehê, stand-upa Saqo Kolektîfê "Tirş û Tehl" jî 23'yê mehê li Yenisahneyê tê lîstin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Li Mezopotamya Sînemayê fîlmên li ser jinan li benda we ne