Diyarname
Komîteya Rêvebir ya YMK’ê (Yekîtiya Mamosteyên Kurd) ji bo şermezarkirina binçavkirina endamên KESK’ê daxuyaniyeke şermezarkirinê weşand.
Di daxuyaniyê de got “Serkariya AKP- Fetullah welatê me Kurdistan guhezandine girtîgehê. Her roj mirovên bê tewan di bin siya YTT (Yasaya tekoşîna li dij terorê) de bi boneyên bêbingeh û xeyalî tên girti” û wisa dom kir: “Hêzên dewleta tirk roja 25’ê pûşperê jî di ser sendîkayên bi KESK ê ve girêdayî re girtin û 75 sendikavan girtin binê çav. Di nava wan de gelek mamosteyên endamên EGÎTÎM SEN’ê jî hene. Bi taybetî jî bi tevahî kurd in. Ev qirkirina siyasî jî rasterast kurdan û birêxistiniya pîşeyî yên kurdan hedef girtiye. Êdî baş xuya dike, hedefa wan ew e ku hemû rêyên xwebirêkxistina kurdan bigirin. Ev rasterast helwesteke faşîzan e. Em wekî Yekitiya Mamosteyên Kurd (YMK) vê girtina sendîkavan û hempîşeyên xwe bi tundî şermezar dikin.
Divê serkariya AKP-Fetullahî êdî vê fêmbikin ku bi girtin û kuştinan kêşeyên heyî çareser nabin!
Divê hemû kesên bi boneyên vala û bêbingeh hatine girtin, hima werin berdan!
Em bang li mirovahiya pêşverû dikin ku li hember vê qirkirinê bêdeng nemînin.”