Diyarname
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Kerkûk jî di nav de li ser beşdariya hilbijartina encumenên parêzgehan daxuyanî da.
Va ne agahî:
- Ji zêdetirî 16 mîlyon dengderan 6 mîlyon û 599 hezar û 668 kes çûne deng dane.
- Bi giştî rêjeya beşdarî sedî 41'î de maye.
- Li Kerkûkê beşdarî sedî 65, li Nînowayê sedî 52, li Diyale sedî 40, li Selahedîn sedî 57 li Enbarê jî sedî 56 çebûye.
- Bajarên din bi vî rengî çêbûye: Wast sedî 36, Dîwaniye sedî 37, Zîqar sedî 30, Besra sedî 32, Kerbela sedî 39, Necef sedî 31, Musena sedî 44, Mîsan sedî 27, Babil sedî 39, Bexda Resafe sedî 19% Bexda Kerx sedî 29’e.
- Komîsyon îro êvarê saet 17'an de dê encamên pêşî eşkere bike. Û hebin îtîraz dê serdema îtîrazê dest pê bike.
KURSIYÊN KURDAN
Li gor agahiyên pêşî û ne fermî kurd li Kerkûkê bi ser ketine. YNK li Kerkûkê dora 6-7 kursiya bi dest xistine. PDK û Nifşê Nû jî kursiyek bi dest xistine. Li kerkûkê 15 kursî hene.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Hilbijartina li Kerkûkê temam bû
- Li Kerkûk û parêzgehen Iraqê dema propagandaya hilbijartinê dest pê kir
- ‘PDK li pêş hilbijartinên encumenên parêzgehan asteng e’
- Dadgeha Iraqê encumenên parêzgeha Herêma Kurdistanê betal kirin
- Partî û hevpeymanên beşdarî hilbijartina Kerkûkê dibin diyar bûn
- Ji bilî 2'yan hemû partiyên kurdan ên li Kerkûkê civiyan û daxuyanî dan
- Îdîa: YNK daxwaza aramiyê, PDK daxwaza tundîtûjiyê û talankirinê dike
- Eniya Tirkmenan bû yek lê kurd nebûn yek
- Li Kerkûkê kurd bi çend lîsteyan dikevin hilbijartinê?
- Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûk û herêmên bi nakok peyamek belav kir