Mîrza Ronî
Bi dîtina pergaleke rojê ku ji 6 geresterkan pêktê kelecenak li nav zanista fezayê belav kir. Koma ji zanyarên Amerîkî pêk tê ji bo ku tevgera geresterkan bi şopînin, li navenda NASA (Saziya Netewî ya Hewayî û Fezayê) bi 12 stalayta ku di nav de, stalayta TESS (lêkolîna li ser dergeresterkan) jî heye venêrînên xwe kirin.
Astronomên di nav komê de diyar kirin ku wan encemên baş bi dest xistine û wan pergeleke rojê ku ji 6 gerestêrkan pêk tê, dîtine. Gerestêrkên nû; bi 100 salên roniyê ji Dinyayê dûr in. (1-Salek roniyê =9.460.800.000.000 km ye) Astronom dibêjin; Pergal ev mîlyaran sale wekî xwe li dora navenda xwe dizivirin û pergala wan di nav ahengeke hevseng de ye û nehatine guhartin.
Bi dîtina van gerestêrkan re kelecana herî mezin ew e ku zanyar dibêjin; Hêviya wan a ku li ser wan gerestêrkan derfeta lêkolînên ji bo jînê hebe, çêbûye.
Encamên lêkolîna li ser pergala gerestêrkan roja çarşemê (28’ê sermawezê) bi gotareke di kovara zanyarî 'Nature' de hat weşandin.
Hêviya Lêgerîna Jînê
Li gorî nûçeya hat belavkirin, stêrka di nava pergalê de HD110067, bi salan bû bala zanyaran dikişand ser xwe, gerestêrkên di nav pergalê de hema bêje mezinahiya wan wekî hev e. Tê payîn ku ji xwiliqîna 12 mîlyar sal û vir ve wekî xwe mane û zêde nehatine guhartin. Ev taybetmendiya wan hêjayî lêkolîna fêmkirina ji bo jînê û çawa avabûna pergalê bi xwe ye.
Zanyarê ji Zanîngeha Chicagoyê, ku lêkolîn bi rê ve dibir Dr Rafael Luque ji bo pergala gerestêrkan ev şîroveya; “pergaleke rojê ya bêhempa ye” kir û ev yek lê zêde kiriye; “Mirov dikare li ser vê pergala gerestêrkan lêgerîn û lêkolînan bike, ji bo ku avabûna wan ne tevlihev e û heta niha nehatine guhartin.”
Ev Gerestêrk Cuda ne
Zanyarê Zanîngeha Warwick a li Îngilistanê Dr Marina Lafarga-Magro jî nêrînên xwe ji bo gerestêrkên pergala rojê diyar kirine û dibêje; “Tişta em dîbînin heta niha tu kesî nedîtiye, ev bi rastî jî kelecanê dide me.” Pêvajoya pergala rojê ya dinyayê bi xwe jî, bi avabûneke “wêrankar û tundrew” çêbûye.
Di dema xuliqîna gerestêrk mezin re gelek gerestêrk li bin guhê hev ketine, rêgehên wan hatine guhartin û ji bo vê çendê li kêleka gerestêrkên giregir; Jupîter, Saturnê wekî dinyayê gerestêrkên piçûk jî çêbûne.
Gerestêrkên di nav vê pergalê de hema bêje wekî hev in û rêgeha wan ne wekî pergala rojê ku dinya jî di nav de ye, cuda tevdigere. Her 6 gerestêrk li dora hev di nav ahengeke rêk û pêk de tevdigerin û wekî rîtmê muzîkê xwedî disîplînin.