Diyarname
Karsaz Osman Kavala ev zêdeyî 5 salan e li Tirkiyeyê girtî ye. Niha ew ji bo Xelata Vaclav Havel a Mafên Mirovan wekî berendam hatiye nîşandayîn.
Meclisa Parlementeran a Konseya Ewropayê sê kes wekî berendamên vê xelatê nîşan dane ku yek jê Osman Kavala ye. Yên din jî du parêzvanên mafên mirovan ku yek jê ji Polonyayê Justyna Wydzynska û yê din jî ji Ûkraynayê Yevneîy Zakharov e.
Ji sala 2013'yan ve li Ewropayê vê xelatê didin kesên ku ji bo mafên mirovan û pêşketina saziyên sivîl dixebitin. Ev xelat beramberî plaketek û 60 hezar Euro ye..