Diyarname
Di Kûpaya Cîhanê ya Jinan a Fifayê de tîma Spanyayê tîma Îngilistanê bi 1-0 têk bir û kûpa girt. Lê kaptana tîmê Olga Carmona piştî maçê xebera xemgîn girt: Ji ber ku bavê wê miribû.
Di maça Spanya-Îngilistanê de Olca Carmona di deqîqeya 29'an de gola xwe avêt. Bi vê yekê ew bi ser ketin lê hay jê tune bû ku bavê wê miriye.
'OLGA DÎROKA FÛTBOLA SPANYAYÊ YE'
Federasyona Fûtbolê ya Spanyayê ji bo wê peyamek belav kir û got, "Em xemgîn in ku em xebera mirina bavê Olga Carmona radigihînin. Wê, piştî maçê xebera bi êş a bavê xwe girt. Em ji dil sersaxî bo Olga û malbata wê dişînin. Em ji te hez dikin Olga, tu dîroka fûtbola Spanyayê yî."
'EZ DIZANIM TE ÎŞEV EZ DIŞOPANDIM'
Lîstikvan Carmona jî piştî xeberê bi ser tora civakî re peyam belav kir û got, "Ez dizanim te hêzeke xurt a serketinê daye min. Ez dizanim îşev te ez dişopandim û tu bi min serbilind bûyî. Li nav aramiyê de razê bavo."
Lîstikvan Olga Carmona piştî mirina bavê xwe bi ser hesabê xwe yê twitterê re peyam belav kir.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Şampiyon: Jinên Spanyayê dîrok nivîsîn
- Sêyemîn diyar bû, yekemîn jî diyar dibe
- Fînalîstên Kûpaya Cîhanê ya Jinan diyar bûn
- Jinên Spanyayê derketin fînalê
- Tîmên jinan ên çarîk fînalîst diyar bûn
- Trumpî ji ber têkçûna tîma jinan Biden sûcdar kir!
- Jinên Zelandaya Nû dîrokek nû li dîroka xwe kirin
- Vê carê dora Fûtbola Jinan e (Agahiyên li ser tûrnûvaya îsal)