Diyarname
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê û Cîgirê Serokwezîr Antonio Tajani li ser kuştina Serokê Lîbyayê Muammer Qedafî axivî. Tajanî ku 16'ê mehê di civîneke ligel gel de axivî wisa got, "Destûrdayîna kuştina Qedafî xetaya mezin bû. Dibe ku Qedafî ne modelek demokrasiyê bû, lê bi mirina wî li Bakurê Afrîkayê bêîstîkrarî dest pê kir. Ajansa nûçeyan a Vista axaftina Tajani belav kir.
'QEDAFÎ PÊŞÎ LI KOÇBERAN DIGIRT'
Van rojên dawî hat eşkere kirin ku hejmara penaberên ketine nava welatê Îtalyayê gihîştiye 100 hezar kesî. Tajanî li ser koçbera sekinî û da zanîn ku bi peymana ku ligel Qedafî hatibû çêkirin Îtalyayê wê çaxê koça penaberan dabû rawestandin.
Tajanî di dawî de wisa got, "Ew ji yên dû wî hatine baştir bû. Piştî wî terorîzm hat, Birayên Misilman hatin."
QEDAFÎ ÇAWA HAT KUŞTIN?
Serokê Lîbyayê Muammer Qedafî di sala 2011'an de bi derbeye ji ser kar hat girtin. Di dema ku ji bo nekeve dest Qedafî xwe veşartibû de li Sirteyê hat qufaltin. Wê çaxê bi piştgiriya NATO'yê "Konseya Demkî ya Leşkeran a Neteweyî' hatibû sazkirin, wan Qedafî qufalt û bi lînckirinê ew kuşt. Piştî Qedafî Lîbya nebû "Yek", bû du parçe. Niha jî bi du rêveberiyên cuda têne bi rê ve birin.


