Diyarname
30'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Gûzeka Zêrîn a Edeneyê îsal dê Xelata Kedê bide Belkis Ozener û Ahmet Soner.
Festîvala ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ve tê lidar xistin îsal di navbera 18-24'ê rezberê de li dar dikeve. Ev xelat li ser navê Orhan Kemal tê dayîn.
Belkis Ozener stranbêjek e, li îzmîrê hatiye dinê. Gelek stranên wê ku xwendibû di fîlmên Yeşîlçamê de hatin bikaranîn. Ji Turkan Şoray, Hulya Koçyigit, Filiz Akın heta Fatma Girik stranên ku di fîlm di dehatin xwendin dengê wê bûn. Li dor 300 fîlmîn de ji dêvla lîstikvanên fîlman wê ew stran strîn.
Ahmet Soner kedkarekî sînemayê ye. Ligel derhênerên wekî Atif Yilmaz, Lutfu Akad, Vedat Turkali, Yavuz Ozkan, Şerif Goren, Yilmaz Guney xebitî. Paşê wî bi xwe fîlm û belgefîlm kişandin. Soner li ser Îsmaîl Beşîkçî, Yilmaz Guney, li ser girtîgehan belgefîlm kişandin. Sekreteriya Giştî ya Sîne-Senê kir. Endamê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê, Sîne-Sen (Dîsk) û endamê Yekîtiya Sînemagerên Belgefîlmkaran (BSB) e. Li aliyê din Soner gelek alikariya derhênerên kurd û sînemaya kurdî jî kir
Ev her du kesên ked dane sînemayê 18'ê rezberê bi merasimek Xelata Kedê dê ji festîvalê bigirin.