Diyarname
Kovara Nûbiharê hejmara xwe ya Biharê ya 163'yan dawiya biharê derxistibû, berî ku hejmara havînê belav bikin, çapa hejmara li ber dest xilas bû û kovarê çapa diduyan a vê hejmarê belav kir.
Nûbihar sê mehan carek bi kurdî derdikeve. Kêm kovarên kurdî cara diduyan çap dibin û belav dibin. Niha Nûbihar bi awayekî serketî çapa xwe ya yekemîn hemû belav kir û çapa diduyan jî gîhand ber destên xwendevanên xwe.
Kovara ku çapa yekem nêzî 3 hezar hebî çap kiribû, hemû belav kiribû û kurtedemek berê hemû xilas bûbû, niha çapa diduyan belav kir.
Di hejmara 163'yan de kovarê "Berxweana Araratê" wekî dosya amade û pêşkêş kiribû.
Li aliyê din kovara Nûbiharê niha li ser hejmara xwe ya 164'an a biharê jî dixebite û di demek nêz de dê çapa xe ya nû jî belav bike.
Nûçeya Eleqedar: