Cemil OGUZ
Lîstika Ariel Dorfman a bi navê "Mirin û Keçik" careke din bi kurdî li ser dikê li benda temaşevanên xwe ye.
Nivîskarê arjantînî Ariel Dorfman di sala 1942'yan de hatiye dinê. Wî jî wekî gelek arjantîniyan gelek zehmetî dîtine û van zehmetiyan bandor li wî, li nivîskariya wî kiriye. Wî di nav jiyana xwe, jiyanek wisa de gelek metin nivîsandine, ew bûne pirtûk û li zimanên dinyayê hatine wergerandin. Yek ji wan jî "Death and the Maiden" (Mirin û Keçik) e. Wî di sala 1992'yan de ev metin nivîsandiye û wekî yên din ew jî li gelek zimanan hatiye wergerandin. Ev teksta Dorfman ji bo kurdî jî hat wergerandin û lîstin. Metin ji aliyê Cemil Oguz ve hatibû wergerandin û bi derhêneriya Nazmî Karaman dor 12 sal berê ji aliyê lîstikvanên Teatra Jiyana Nû ve hatibû lîstin. Di dema ku hat lîstik gelek hatibû ecibandin û hatibû temaşekirin. Piştî dehan salan ev lîstik niha dîsa ji aliyê Nazmi Kahraman ve hat amade kirin û niha dê lîstik li Wanê derkeve pêşberî temaşevanan.
Ji bo rûberûbûnê lîstikek serketî
Derhêner Karaman li Wanê ligel lîstikvanên Teatra Mencelê ev sê meh in li ser lîstikê dixebite, lîstik temam kir û dawiya vê hefteyê dê bê lîstin. Lîstika "Mirin û Keçik" qala serboriya jinek ku di bin çavan de rastî îşkenceyên mezin hatiye û piştî salan bi tesadufî rastî îşkencekarê xwe tê. Ji bo rûbirûbûna bûyerên bi vî rengî tesktek gelek serketî ye û vê yekê kiriye ku heta niha li gelek zimana bê wergerandin û bi gelek zimanan wekî lîstika şanoyê bê lîstin ku kurdî jî yek ji wan e.
Sê lîstikên Teatra Mencel
Teatra Mencel li Wanê ji aliyê komek ciwanan ve hatiye avakirin û cîhê wan li Wanê li "Aydin Perîhan AVM"yê ye. Derhêner Nazmî Karaman heta niha gelek lîstikên şanoyê bi rê ve birine û di hinan de wî bi xwe jî lîstiye. Ew hem lîstikvan hem derhêner e. Karaman ev demek e ligel şanogerên Teatra Mencel dixebite û berî vê lîstikê ligel wan lîstikên "Mala Albayê" û "Zargotin Zêrgotin e" derxistibû ser dikê.
'Divê derdê tekstê hebe'
Karaman di hilbijartina tekstên şanoyê de baldar e, her li dû "Divê derdekî te hebe" ye û ji bo hilbijartina lîstika Ariel Dorfman "Mirin û Keçik" jî wisa dibêje: "Dema ez teksta şanoyê hildibijêrim ez bala xwe didimê, divê derdekî tekstê hebe, qala hin tiştan bike û temaşevanan jî bi wê re rûbirû hev bike. Tam li ser vê fikrê ev testka Mirin û Keçik a Ariel Dorfman tiştê ez dixwazim dide min."
Lîstik hê jî rojevî ye
Derhêner Nazmî Karaman dibêje ku di lîstikê de, di sala 1973'yan de di dema derbeya leşkerî de jinek digirin bin çavan, îşkence û gelek tiştên nebaş lê dikin û wisa didobîne, "Mixabin lîstik hê jî rojevîbûna xwe diparêze. Li her derê dinyayê hê jî mirov îşkenceyê dibînin. Mafên mirovan di bin lingan de ye. Û ev lîstik çîrokek ku temaşevan şahid in, tîne ziman. Jinek piştî gelek salan bi awayekî tesadufî rastî îşkencekarê xwe tê. Jin ji dengê wî, wî dinase û piştî vê yekê vê carê rol diguherin. Jin wî digire bin lêpirsînê. Ew ê bi paşeroja xwe re rû bi rû bibe û dîsa wekî berê bikaribe bijî? Ewê bikaribe carek din li Suberht guhdarî bike?"
Lîstika "Mirin û Keçik" piştî salan li Wanê ligel lîstikvanên nû, bi dekor û şiklek nû carek din derkeve pêşberî temaşevanan. Yên bixwazin lîstik êvara 26'ê mehê saet 19'an de li Teatra Mencel dê bê lîstin.
KUNYE:
Nav: Mirin û Keçik
Nivîskar: Ariel Dorfman
Derhêner: Nazmî Karaman
Werger: Cemil Oguz
Lîstikvan: Nazlican Îsmaîlî, Ferhat Aslan, Baran Tangut
Cîgira Derhêner û Teknîk: Berîvan Budakbeyoglu
Afîş: Rojbîn Ekîncî, Ronî Ekîncî