Ehmed Belek
Kesayeta hunerê bi xwezayê ve girêdayî ye. Lewre xweza bi serê xwe hunerek e û karê peyvjenekî jî bes dîtina peyvên vê hunerê ye. Ji vê yekê re edebiyat tê gotin.
Hin nebatên xwezayê di binê erdê de ne û hin jî jê li ser rûyê erdê ne. Edebiyata H. Kovan Baqî ji wan nebatên binê erdê ne. Edebiyata wî edebiyateke ji berrî’yê ye; çikûs e, hişk e, lê mêxweş e. Qalikê wê her çi qas hişk dixuye jî, xelata wê teameke xweş e. Dîsa bersiva vê yekê di xwezayê de ye; -yên ku li Kurdîstanê jiyabin wê bizanibin- nebatek binerd heye, navê wê pîvok e. Du-sê mûyên hêşîn li ser rûyê erdê dihêle, lê qinnê wê di binê erdê de ye. Ji bo hûn wan mûyan bibînin divê hûn baldar bin û çavdêrên hêja bin; hewce ye hûn bi sebir bikolin û dema we wî qinnê spî-bozik bi dest xist hûn ê bibêjin: “Erê weleh hêjayê vê kedê bû.” Belê, edebiyata Baqî dişibe pîvoka axa Kurdistanê.
Qinnê edebiyata Kovan Baqî, êş û derûniya mirovahiyê ye. Baqî dibêje: “Meqseda min kes e; êş û binhişê kes e”. Ew dikeve binhişê mirov, vediqelêşe, rût û pût dike, dide ber çavan. Surrealîzm, metafîzîk, mîstîsîzm, malzarokên tevna wî ne. Baqî xiltê zimên e û ew bi peyvên xwe şiûrê vedikole. Loma jî, dema hûn dikevin kozika peyvên wî, derketin zor e. Maloka wî wekî labîrentekê ye. Her çi qas bi teknîka veherikîna şiûrê, hin şêwazên wekî surrealîzm, mîstîzm û wekî din bi kar bîne jî ew rişmê naxe hustê zimanê xwe û gotinên xwe jî li ser bêndera tu kesî natewilîne. Yanî ne berdevkê tu ol û bîrdoziyê ye. Zimanê wî peyvên bêexlaq diwelidîne; lê çavkanî, malzaroka êşê ye. Qereqterên wî kesên kêmar in, ji dervî tib’h û torên civakê ne; bîseksuel, trawestî, pedofîlîst, ensest, nevrotîk in; her wiha mal û gundê wan hatiye şewitandin, malzaroka wan hatiye qelaştin. Kurd in; belkî Wîetnamî ne, belkî ji Afrîkaya çermreş in, lê ew hemû li parzemîna êşê dijîn. Ji kîjan civakê dibin bila bibin, her kes dikare para xwe ji vê êşê wergirin, lewre nav û nasnameya wan tune ne, ew çîrokên bêxwedî ne. Navên qereqteran jî li tu civakê cih nabînin, wekî numûne; Bêar, Motac, Porrgijo…. Baqî, bi zimanê xwe yê taybet, bi rêbaza veherikîna şiûrê van êşan dihûne. Kitêba wî ya yekem, “çîroka çîrokan” jî dîsa li ser êşa nivîskarekî hatibû honandin, lê ji xeynî zimanê wî yê taybet bi tu awayî nagihêje kitêba wî ya duyem, “bêexlaq”. Cihêtiya wan a herî girîng tevnsaziya kitêba “bêexlaq” e.
Kitêba “bêexlaq”, berhema vê edebiyata binerd e. Ji 3 beşan û 17 çîrokan pêk tê. Destpêk bi çîroka ku, navê xwe jî daye berhemê, bi çîroka “bêexlaq” dest pê dike. Her çîrokek, çîroka qereqterekî ji dervî civakê ye; lê qereqter kî ye, ji kîjan civakê ye, vê ya ji xwendevanan re hiştiye. Lewre ev êş û tiştên ku ew bang dike li her deverê dinyê hene. Çîrokên wî statîk in, lê aqsiyon di şiûrê de diqewime. Bûyer, di derbarê kêlîkekê de ye; lê peyv pirr in; labîrenta şiûrê we serxweş dixe. Her tim “belkî”yek dimîne li şûna çîrokan. Loma jî tabloyek namîne di serê we de, ev jî serketina tevnsaziya wî û zimanê wî yê veşarî derdixe holê. Di edebiyata kurdî de nûnerê edebiyata binerd ew tenê ye; loma jî di edebiyata kurdî de xwedî cihekî taybet e. Lewre çavkaniya wî edebiyata dinyê ye. Nemaze jî şopên edebiyata Amerîkaya Latîn û Îrlandî dixuyin. Bi taybetî şop û bandora J. Cortázar, Carlos Fuentes, J. Joyce û S. Beckett dixuye. Dema hûn li destpêkên çîrokan binêrin jixwe hûn ê vê yekê baştir bibînin ku kitêba C. Fuentes, a bi navê “kutsal bolge” bûye îlham ji bo Baqî. Ji aliyê din ve, şêwaza çîrokên wî nêzî şêwaza çîroknûs Cortázar û hostayê wî J. Luis Borges e; Baqî jî ji Bakurê Kurdistanê çîrok hilgirtiye, biriye Başûrê Amerîkayê û bi J. Cortazar, Fuentes û J. Luis Borges re bûnin rêhevalên hev. Lewre dinya ji edebiyatê re, ji hunerê re, gundek e.
Çîroka “bêexlaq” ya herî balkêş e. Çîrokek statîk çawa dikare ew qas aksiyon di hundirê xwe de vehewîne, em di tevna vê çîrokê de dibînin. Heta rûpelê 11’an nivîskar me ji hev dixe, gêj-gerînekek nedîtî me ji vir çendike wir. Peyv, di hundirê me de digobile, diherike; tam em dibên xelas, nivîskar xwe çeng dike qirrika me û bi xweşanînekê, bi peyvên orgazmîk dibêje: “Çîrok hê nû dest pê dike”… Belê, çîrok piştî rûpelê 11’an nû dest pê dike. Lê di vê çîrokê de û di yên din de jî ne destpêkek heye, ne dawîbûnek; her tim “belkî”yekê li şûna xwe dihêlin; xwendevan dimîne di nav pirsan de. Çîroka “bêexlaq” wek çîroka 9 deqîqeyan hatiye hûnandin. Şiûra mirovekî bê gerînekek çawa ye, bê di hundirê 9 deqîqeyan de dikare çi qas bûyer û fikir biqewimin em di tevnsaziya vê çîrokê de dibînin. Ev çîrok labîrenteke bêser û bêbin e. Bêar, serlehengê çîroka bêexlaq e û ew bêexlaqekî hurr e. Ne wekî “aylak adam”ê Yusuf Atilgan e, an jî wekî “ahlaksiz” ê Andre Gide ye. Lewre ew hinekî bohem in, hatinin îdealîze kirin. Lê Bêar, zeviyê bêexlaqiyê ye. Her celeb bêexlaqî daxilî hundirê wî bûne; ekstasy, bîseksuelî, pevşabûn, ensestî, esrar... Bes di cihekî de Baqî jî dikeve xefika Atilgan û Bêar mezin dike; Bêar li mirovên di metroyê de dinêre û nêrînên wan yên vala rexne dike. Ji xeynî vê yekê ji aliyê derûniyê ew bi qandî Raskolnîkovê Dostoyevskî serketî hatiye afirandin; Bêar, Raskolnîkovê edebiyata Kurdî ye. Nivîskêr, di derbarê Bêar de wiha lê kiriye:
Dilketin, ji zinêr arkaîktir e; zinar, di çerxa zemên de xwe vediguhere, -tê veguhertin- lê dilketina malikmîrat ji zinêr hişktir e. Ji xwe kêm nake, li xwe kêm nake, venaguhere, kî dikeve torra wê kêm dibe. Verrdişe û “hezkirin” dibe “dîsa”, cardineke ne wek cardinên din verrdişe. Tiştekî du caran, di du rojan de, di du saetan de, di du kêlîkan de hêna jî weke xwe be, mehdê wî dixelîne… heyata ku firtên esrarê lê tune be rijî ye û ew li heyata ne-rijî karê xwe dikin. Zeman kunifekî qesîs e û ew ne hevza xwe jê dike, ne jî pê re şerr dike. Dibe ku carekê ji rehîmê welidîbe û dabe ser kîja riyê, wê riyê ew daxilî rehîmê kiribe…
Di çîroka “bêexlaq” de, tiştê ku wekî neyînî dixuye zimanê nivîskar, ê pornografîk e. Lê ev taybetmendiya edebiyata binerd e. Ew jî xiltek e û di binê erdê de ye. Loma jî, tiştên ku em di kezeba ax’a ku em jê xuliqî ne de nabînin ew dibîne. Wekî Fuentes, wekî J. Joyce, wekî Samuel Beckett…
Çîroka “sanatoryûm”, yek ji wan çîrokên serketî ne. Nivîskarên ku êş û elemên Kurdan ji xwe re kirine çavkanî û bi kar tînin divê vê çîrokê bixwînin; bê êş çawa mezin dibe, bê tevnek jîr û balkêş, çawa mû li can dike şûjin. Ligel, nivîskar tu qereqterên xwe çûçik nake; çi qesas, çi mazlûm. Ew, rewşê bi nêrîneke objektîf dide ber çavan; bes ew çavdêrek e, nirxandinê ji xwîner re dihêle. Lewre nivîskar zane karê wî edebiyat e, ne nûnertiya tu cemaetan e. Dihêle ku her kes xwe tê de bibîne; hem seriyê ji laş qut bûye, hem guh û pozên bûnin qolye ji hustuyan re û hem jî eskerê ku potîna wî di nav xwînê de vegeviziye. Di vê çîrokê de jî ziman zimanê Kovan Baqî ye, lê di çîroka “bêexlaq” de pornografiya bêexlaqiyê û di çîroka “sanatoryûm”ê de pornografiya êşê dihûne.
Dîsa çîroka “hidûd” jî, ji aliyê tevnsazî û metaforên xurt ve balê dikişîne. Taybetmendiyeke din a vê çîrokê jî ev e; çîroka “hidûd”, berî di vê pirtûkê de bi cih bibe di kovara Hinarê de hat weşandin; pirr manîdar e ku tam di wan rojan de li Roboskiyê, li ser hidûd 34 kes hatin bombe kirin. Yanî çîrok di jiyanê de ket dirûvê rasteqîniyê. Min ev dît ku Baqî rastiya xelkên xwe baş fêm kiriye. Êşên wan li pişta edebiyata xwe kiriye -ne ku xwe li pişta êşên wan kiriye- û ber bi dika gerdûnê ve dibe.
Çîroka wî ya bi navê “ne-pêvegirêdayî”, bûye neynikeke ku “xwedayekî fermî” di hundirê xwe de veşartiye. Ev çîrok jî, ya yekî ji dervî rêzê ye; serqerekter nevrotîkek e. Lê di vê çîrokê de –xerîbe- lê Kovan Baqî qereqterê xwe kiriye qeşmerê xwe. Hûn lê dinêrin şiûra nevrotîko diherike, lê ji nişka ve nivîskar derdikeve ser dikê û bîrdoziyên xwe, bawerî û ne-baweriyên xwe bang dike û her tim jî dibêje: ez ne xwedayekî fermî me… lê vê gotinê ew qas dubere dike ku bi gotina “ne-xwedatî” yê xwe dike “xweda”. Wî xwe kiriye xwedayekî fermî û dixwaze fennê li me bike. Ev çîrok wekî dikekê ji xwe re bi kar aniye û her ji çend paragrafan carekê fikrên xwe bang dike. Loma jî bûye xwedayekî têkçûyî. Lewre ne li gor mantiq û tevna çîrokên dinê ye. Ji ber ku egoya nivîskêr di xwe de veşartiye ji çîrokên din cihê disekine.
Çîroka “êş-kencexane” jî, ber bi çav dikeve lê tevna wê qels e; lewre em ne xerîbê ev filîmên êşkenceyan in. Honak yekser li ser zemîna êşkencexaneyê ye. Zemîna wê ne wekî a “bêexlaq” û “hidûd” an “sanatoryûm” ê ye. Yanê ew bêhna surrealîzmê, ew zemîna ku li ser şiûrê her dişemite û vediguhêze labîrentan di vir de tune ye. Bes ziman cuda ye; hêmayên wilo xurt hene ku ew elektirîka dikeve canê wî, mû li canê xwînêr dike şûjin. Wekî çîroka “tirs” û çîroka “sêwî”, bi xurtbûna hêmayên xwe derdikeve pêşberî me, lê ji alî tevnên xwe ne ew qas xurt in. Wekî çîrokên “q û vî” û ya “tazî” bes dibêjin me bixwînin, tu îdîa wan tune ye; lewre nivîskêr xwestiye bes em hay ji wan kesên kêmar hebin.
Bi giştî di derbarê berhema Kovan Baqî, ya bi navê “bêexlaq” de ev dikarin bên gotin: Cot bi cot peyvan diwelidîne, lê peyvên wî ji bavê fêmê sêwî dimînin. Tu gotin ne ji rêzê ne. Fikr û tevgerên hêsantirîn jî bi gotinên ecêb tên neqişandin û mezin dibin. Bi zimanekî ku bi hêmayên xurt bingeha xwe çêkiriye dinivîse. Tevnsaziya jîr û jêhatî her mijarê dixe dirûvekî edebî. Ji çîroka “beexlaq” heta ya “bersûc”, hûn ê bibin şahidê şiûrên cûr be cûr; ya bêarekî, ya nevrotîkekî, ya trewestiyekî, ya dayikek bi êş, ya zarokeke ji malzarokê nûketî, ya seriyekî jêbûyî, ya eskerekî… dixwazim çend nimûne ji wan peyvên ku ji bavê fêmê sêwî mane bidim ber çavan:
“dixwaze bi nezanînên ku çiqa dibin zanîn, duqato dibin nezanîn, bizanîbûya…”
“her çûyinekê tiştek li dewsa xwe hişt û her tiştekî bang hatinekê kir…”
“firtekê li esrara lêvên wê dixe…”
“ro, qandî alaviya meşaleyekê çûçik bûye û ez qandî berfeke heliyayî, bûme goleke ku ez ê tê de bixeniqim…”
“du guhên min ên ji qîzanî ketinin hene…”
“her artêşek aqademiya tecawizkirinê ye…”.
Peyvên xwe bi qutûtî şuxilandiye-dewisandiye, loma jî tu peyv û hevok belasebeb nasekinin; yek ji wan derkeve çîrokê hilweşe. Ev hemû taybetmendiyên zimanê wî ne.
Kovan Baqî, di bin baneyê surrealîzmê de, di odeya veherikîna şiûrê de, bi zimên şa dibe, lê xweş tîne û peyvan diafirîne, pê çîrokan lê dike.
“Kî biwêribe daxilî mîstîsîzma van peyvan bive, ew bi xwe lîstikvan e û wê bi qandî Bêarê ne nivîskar, Hewa ya ne Hewa ya Bêar û nivîskarê hinekî Hewa ya jinûlezûbîeksuel, gelekî Bêarê mêrûbîseksuel, çenikekî X. ê nêrûmêûbîseksuel e bive lîstikvan û nivîskarên vê lîstikê.”
***
Nivîsa Ehmed Belek a ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
***
Nûçeya eleqedar: