Diyarname
18’emîn Festîvala Şanoyê ya Stenbolê bi merasimekê dest pê kir. Di merasimê de digel lîstikvanên şanoyê ji cîhana hunerê gelek kes amade bûn. Di şevê de “Xelatên Rûmetê” jî hatin dayîn.
Îsal lîstikvan Cuneyt Turel ku ev 50 sal in li ser dika şanoyê bû ji bo Xelata Rûmetê guncan hatibû dîtin, lê Turel di 1’ê gulana 2012’yan de wefat kiribû. Li ser navê wî Tilbe Saran û keça wî Elif Turel xelat girt. Cuneyt Turel bi lîstika bi navê “Elin Elimde” (Destê te di destê min de) ku tevî Tilbe Saran dilîst dê biba mêvanê festîvala şanoyê. Turel digel karê şanoyê di sînema, radyo û televîzyonan de xebitîbû û her wiha karê dublajê jî kiribû.
Xelata Rûmetê ya diduyan jî dan Başar Sabuncu. Sabuncu li dor 100 lîstikî heta niha bi rê ve biriye, di Şanoyên Bajêr ên Stenbolê de derhênerî, her wiha ji derhêneriya şano û fîlman bigire heta nivîsîna senaryoyê, wergerî, vesazkirina dikê û gelek warên din de xebitiye û xelat girtiye.
Prof. Ozdemir Nutku ku avakarê Beşa Şanoyê ya Zankoya Hunerên Bedew a Zanîngeha Dokuz Eylul e, dîsa bi nivîsîna gelek berheman û wergera Shakespeare tê nasîn jî Xelata Rûmetê girt.
Her wiha ji bo xebata şanoyê du kesên din hêjayî Xelata Rûmetê dîtin. Yek ji wan Prof. Sevda Şener e ku bi pirtûk, lêkolîn û gotarên xwe yên li ser şanoyê tê nasîn, di merasimê de xelata xwe girt.
Kesê din ku hêjayî xelatê hatiye dîtin Thomas Ostermeier e ku Derhênerê Hunerê yê Schaubuhne Berlîn e. Thomas Ostermeier roja 12’yê mehê saet 20.30 de berî lîstika lîstika “Hamlet” a li Sehneya Harbiye Muhsin Ertugrul dê xelata xwe bigire.
Piştî merasima xelatdayînê Genco Erkal lîstika bi navê “Nazim û Brecht, hinek jî Aziz Nesin” lîst.
Festîvala Şanoyê heta 5’ê pûşperê dê bidome. Ji derveyî Tirkiyeyê 5, ji Tirkiyeyê 40 komên dans û şanoyê bi li dor 100 lîstikan derdikevin pêşberî temaşevanan. Di festîvalê de lîstikên kurdî jî têne lîstin. Her wiha xebatên atolyeyan, gotûbêj, konferans û pêşangeh jî hin çalakiyên festîvalê ne ku dê li dar bikevin.
***
Nûçeya eleqedar:
- Lîstikên kurdî dibin mêvanên Festîvala Şanoyê ya Stenbolê