Diyarname
Her ku diçe mêvanên Fûara Pirtûkan a Amedê diyar dibin. Yek ji wan mêvanan jî nivîskar Fawaz Husên e. Fawas Husên ku pirtûka wî ya nû bi navê "Barê Şevê" ji Weşanên Avestayê derket, ew dê beşdarî 3'yemîn Fûara Pirtûkan a Amedê bibe. Husên dê hem pirtûkên xwe îmze bike hem jî di paneleke bi navê "Giyaneke kurdî di bedeneke fransî de" de biaxive.
Fûara Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin îsal 3'yemîn car deriyên xwe ji bo mêvanan vedike. Fûara ku îsal dê di navbera 22-27'ê gulanê de bi diruşma "Rêwîtiya ber bi erdnîgariya nivîsê ya qedîm ve" li dar bikeve,nêzî 100 weşanxane û saziyên sivîl beşdar dibin. Li Tirkiyeyê li nêzî deh bajaran fûarên pirtûkan li dar dikevin lê fûara Amedê tekane fûar e ku hemû weşanxaneyên kurd beşdar dibin. Dîsa Fûara Amedê di nav fûarên li Tirkiyeyê de tekane fûar e ku kurdî lê serdest e, her wiha ji ber vê eleqeyê kurdî jî di nav de afîşê wê bi çar zimanan tê amadekirin (tirkî, îngilîzî, kurdî, erebî).
300 nivîskar beşdar dibin
Di fûarê de digel cejna pirtûkên bi kurdî, gotûbêj, konferans, panel û guhdariya helbestên kurdî jî hin ji çalakiyan in ku dê li dar bikevin. Her wiha li gor agahiyên ku me ji organîzetoran girt li dor 300 nivîskarên kurd, tirk û biyanî dê beşdarî fûarê bibin û pirtûkên xwe îmze bikin.
Fawaz Husên dê panelek bide
Yek ji wan mêvanan nivîskar, lêkolîner û akademîsyenê kurd Fawaz Husên e ku li Fransayê dijî. Husên endamê Yekîtiya Nivîskarên Swîsreyê, enramê PEN'a Navneteweyî û Rêxistina Nivîskarên Fransayê ye û hê jî li Fransayê dijî. Nivîskar Husên dê hem pirtûkêr xwe îmze bike hem jî di bin sernavê "Giyaneke kurdî di bedeneke fransî de" axaftineke bike. Husên ku heta niha zêdetir bi fransizî dinivîsand, ev demeke giraniya xwe daye ser kurdî. Heta niha sê pirtûkên wî ji Weşanên Avestayê derketine: "Amîdabad" (2001), "Parîsabad" (2010), "Barê Şevê" (2012).*
Sébastien de Courtois jî tê
Nivîskar û lêkolîner Sébastien de Courtois jî ji Fransayê tê û dibe mêvanê fûara Amedê. Courtois ku pisporê dîroka olan e roja 26'ê gulanê dê li fûarê be. Lêkolîner ku bi taybetî li ser rewşa Xiristiyanên Rojhilata Navîn û şopên wan ku li dîrokê hiştine lêkolîn kiriye, di rêwîtiya xwe ya sala 1999'an ku hat Mêrdînê de eleqe nîşanî dîroka Turabdînê da. Sébastien de Courtois di fûarê de wê pirtûkên xwe îmze bike û beşdarî gotûbêjeke ya li ser suryaniyan bibe.
Pêşangeha Ameda kevn
Di fûarê de wê bi sernavê "Li Ameda kevn pircureyiya çandî" pêşangeheke wêneyan li dar bikeve. Pêşangeha ku kuratoriya wê ji Birzamanlar Yayincilik Osmar Koker dike, bi 200 wêneyên der barê destpêka sedsala 20'an a li Amedê, çîrokên gelên li Amedê yên windabûyî nîşan dide. Wêneyên ji jiyana ermenî, suryanî, keldanî, rum, cihû û yêzîdî yên li Amedê renginiyeke nîşan dide.
Pêşangeha duyemîn a li fûarê jî "Pêşangeha Wêneyek Camê" ye li ser jiyana nivîskar Sabahattin Ali ye. Di pêşangehê de jiyana Ali bi wêneyan tê vegotin; di bin beşên wekî malbata nivîskar, zarokatî, ciwanî, salên li Almanyayê jiya, mamostetî, leşkerî, zewac û bavîtî de jiyara wî li ber çavan tê raxistin.
Mêvan Hollanda ye
Hollanda ku Mêvana Rûmetê ya 31'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê bû û di temamê salê de çalakî têne li dar xistin, di vê çarçoveyê de Hollanda dibe mêvanê Fûara Pirtûkan a Amedê jî. Di standa Hollanda de agahiyên çandî û pirtûkên der barê Hollanda de dê di standa wan de bêne dîtin.
Ketina fûarê bê pere ye. Fûar di navbera 22-26'ê mehê de serê sibê saet 10.30 de vedibe û êvarê 19.30 de tê girtin. Roja dawî yanê roja 27'ê mehê fûar dîsa di saeta xwe de vedibe lê di saet 19.00 de tê girtin.
***
Nûçeya eleqedar:
- Çîroka çar kurdan, 'Barê Şevê' derket
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.