logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

‘Ez ji te hez dikim, kurdî hîn dibim’ derket

Pirtûka bi navê ‘Ez ji te hez dikim, kurdî hîn dibim - Ich liebe dich, ich lerne Kurdisch ‘ bi kurdî û almanî derket. Pi

  • Dîrok: 08/05/2012
  • Beş: Berhem

Diyarname
Pirtûka bi navê ‘Ez ji te hez dikim, kurdî hîn dibim - Ich liebe dich, ich lerne Kurdisch ‘ bi kurdî û almanî derket. Pirtûka ku nivîskar Ciwan Tengezar amade kiriye ji Weşanên Dilopê derket.

Li Almanyayê gelek kurd hene ku zarokên wan bi kurdî nizanin, ji xwendin û nivîsandina kurdî dûr in. Ji bo van kurdan heta niha li Almanyayê gelek pirtûkên bi kurdî derketine lê çiqas eleqe dîtine meseleyeke din e. Niha pirtûkek din ji bo kurdên li Almanyayê li van pirtûkên ku li Almanyayê derketine zêde bû. Pirtûka bi navê “Ez ji te hez dikim, kurdî hîn dibim – Ich liebe dich, ich lerne Kurdisch” ji aliyê Ciwan Tengezar hatiye amadekirin û ji Weşanên Dilopê derket. Weşanên Dilop li Berlina Almanyayê weşana xwe didomîne. Pirtûk bi kurmancî wekî pirtûka dersê ya ji bo asta yekem û pêşketî hatiye amadekirin.

Tengezar ku di heman demê de di kursan de dersê jî dide, ji tecrûbeyên xwe ên dersan pirtûka xwe amade kiriye. Bi eşkerekirina rêziman, lîsteya lêker û dewlemendiya gencîneya peyvan a vê pirtûkê, xwendevan dikare bi hêsanî û serketî xwendin, axaftin û nivîsandina kurmancî hîn bibin.
Ciwan Tengezar li ser pirtûkê dibêje ku wî  pêdivî bi weşandina vê pirtûkê dît, da ku kursên wî herikbar û hêsantir bibin û ji aliyekî din ve jî pêdivî bi pirtûkên kurdî-almanî heye. Nivîskar Ciwan Tengezar wisa didomîne: “Piraniya beşderên kursê li Almanya hatine dinê û zimanê wan ê sereke/perwerdehiyê almanî ye. Loma pirtûk bi kurdî-almanî ye. Her çend pirtûk ji bo kesên almanîzan hatibe amade kirin jî, kesên kurdîzan jî dikarin jê sûd werbigirin û bi vî awayî dikarin almanî hîn bibin.”
Li ser xweseriya pirtûkê ji pirtûkên din ku heta niha derketine jî Tengezar wisa dibêje: “Pirtûkên li ber destan di hin mijaran de ne kûr û ne zelal bûn. Bi qasî ji destê min hat, ez li ser mijarên rêzimanê hûr bûm û bi tevî nimûne, min ev zelal kirin. Wekî mijara zayendê; mijara gîhanekê; daçek û hwd. Wekî ferhengoka mijaran; lîsteya lêkeran. Her wiha nebûna ferhengên kurmaciya bilind (kurmancî-almanî, almanî-kurmancî) bû sedema amadehiya pirtûkê.”
Her wiha Tengezar dibêje ku ew niha amadehiya ferhenga kurmacî-almanî/almanî-kurmancî dike û wisa dawî li gotina xwe tîne: “Ger ez hêz, derfet û destek bibînim, hêvîdar im li salên pêş, wê amade be, ku ji xwe ev pirtûk prototîpa ferhenga kurmancî-almanî ye.”


Ez ji te hez dikim, kurdî hîn dibim - Ich liebe dich, ich lerne Kurdisch / Ciwan Tengezar / 280 rûpel / Weşanên Dilop

Ji bo kesên bixwazin bi Ciwan Tengezar re têkiliyê deynin: ciwantengezar@yahoo.de

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 05 2026

Pirtûka "Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De" hat îmzekirin

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li ser “Bendewarên Adarê” a Mihemed Ronahî

ad

Mala Dengbêjan a Karapêtê Xaço vebû

ad

Newroza Stenbolê silav li Rojava kir

ad

Kovareke sê mehane: Nûpelda

ad

Lîsteya maçên Kûpaya Cîhanê ya 2010'an

ad

Ji ber van agahiyan hûnê şaşwaz bibin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname