Batman
Şaredariya Batmanê bi navê Mala Dengbêjan a Karapêtê Xaço saziyeke vekir. Di merasima vekirina malê de Cîgirê Şaredarê Batmanê Serhat Temel axivî: “Ger dengbêj tunebana belkî îro me nedikariba zimanê dayika xwe biaxiviyana.”
Cîgirê Şaredar Serhat Temel, Cîgira Seroka BDP’a Batmanê Ayşe Agilgat, endamên Meclisa şaredariyê, rêveberên bajar û navçeyên BDP’ê, rêveberên rêxistinên sivîl, gelek dengbêj û hemwelatî tevlî merasima vekirinê bûn.
Temel diyar kir ku ew bi vekirina mala dengbêjan pir keyfxweş in û wiha got: “Ger dengbêj tunebana belkî îro me nedikariba zimanê dayika xwe biaxiviyana. Em ji bo wan çi bikin jî têrê nake."
Cîgira Seroka BDP’a Bajar Ayşe Agilgat jî got ku “dengbêjî yek ji kevneşopên herî mezin ya gelê kurd e.”
Piştî birîna qurdeleyê, beşdar li Mala Dengbêjan geriyan û dûre guh dan klamên dengbêjan.
Di Mala Dengbêjan a Karapêtê Xaço de dengbêjên kurd dê xebata xwe ya li ser muzîka kurdî û dengbêjiyê bidomînin.



