Amed
Sê siyasetmedarên jin ên kurd Sakina Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin kuştin, di salvegera qirkirina xwe de li Amedê hatin bibîranîn. Di çarçoveya bernameyê de pêşangeheke wêneyan ku girtîyên 94 girtîgehên Tirkiyeyê bi berhemên xwe tê de beşdar bûne hate vekirin, hunermendên NÇMê li vir stran gotin... Pêşangeh heta 19'ê mehê
Li Tirkiyeyê li 94 girtîgehan girtiyan ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava re wêne çêkirin. Pêşangeha ku pêşkêşî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin kuştin hate kirin, li Navenda Çandê ya Cegerxwîn vebû. Di pêşangehê de 300 wêneyên bi mijarên cur bi cur hene û dahata ji van wêneyan dê bo gelê Rojava bê şandin. Pêşengah bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin, Şaredariya Peyasê, Navendê Çandê ya Cegerxwîn û Diyar Tuhad Derê hate lidarxistin û gelek kes lê geriya.
Dahata pêşangeha bo Rojava ye
Hevşaredar Gultan Kişanak di vekirina pêşangehê de axivî û got, dahata vê pêşangeha ku pêşkêşî giyanê Sakîne Cansiz û hevalên wê ye, ji bo gelê Rojava tê şandin, ev pir watedar e û wiha dom kir: “Xeyalên azadiyê tu car dîl nayêne girtin, Evîna Sakîneyê ya ji bo azadiyê, xeyalên wê yên ji bo azadiyê û hêviyên wê mezin bûn, ew qas mezin bûn ku Girtîgeha Tîpa Jimar 5 a Amedê nekarî wê dîl bike.”
Şaredar Kişanak bal kişand ku îro ew di van tualan de vê yekê dibîne û got, “Heye ku em ji bo van bêjin, ew bi demborkî dîl in lê îdealên wan tu carî nehatin girtin û nayêne girtin jî. Ev îdeal têkilî hunerê bûn û ev xewn û xeyal dê li Kobanî dagerin şoreşeke jinan. Îdealên me wekî çivîkên bi firê ketine, tu car neyên girtin. Hêvîdar im, ew ê demeke nêz bi awayekî fizîkî jî bi me re bin.”
Li ser vê vekujiyê dinya ker û lal e
Piştî pêşangehê bernameya bîranînê dest pê kir. Nûnera DOHK'ê Zeynep Boga axivî, bal kişand ser kuştina her sê jinên kurd ên siyasetmedar û got ku di sala sêyem a vê reşkujiyê de dinya hê jî kerr û lal e.
Piştî axaftina hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê Zelal Gokçe, Nurcan Degirmenci, Hivda Gokel, Meral Tekci, Ayfer Duzdaş, Emel Çiftçi, Şilan Dora, Berfin Aktay, Devrim Demir û Bedriye Dikenyol stran gotin. Hunermendan stranên ku Sakine Cansiz ji wan hez dikir “Ala Serxwebûn, Şervan im, Sê Jinên Azad, Meskenim Dağlar, Bêrîtan, Ya Star, Jandarma Biz Sosyalistiz, Koyê Dersîm” strîn.