Diyarname
Di van sê rojên li pêşiya me de li Amed, Enqere, Stenbol, Îzmîr û Wanê hin çalakiyên çandî yên kurdan hene. Me ew dan hev.
AMED
ŞANO: Li Amedê, li Şanoya Bajêr a Amedê lîstika "Dek û Dolabên Scapen" tê lîstin. Lîstik rojên 20 û 21'ê mehê saet 19.30 de li ser dikê ye.
GOTÛBÊJ: Gotûbêjeke bi navê "Dînamîzm û derfetên edebiyatê" li Odeya Endazyarên Makîneyê ya Amedê li dar dikeve. Nivîskar Sîdar Jîr û H. Kovan Baqî wekî axivger beşdar dibin. Gotûbêj 21'ê mehê saet 13.30 de li dar dikeve.
*
ENQERE:
KONSER: Li Enqereyê konsera Ma Mucê heye. Ma Music 21’ê mehê li Sehneya Genco Erkal a li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a li Yenîmahalleyê dê konsera xwe pêşkêş bike. Konser saet 19.00’an de ye.
*
STENBOL:
KONSER: Ma Music 23’yê mehê li Stenbolê konserê pêşkêş dike. Konser li Navenda Çanda Bariş Manço a li Avcilarê saet 20.30 de li dar dikeve.
*
ÎZMÎR
KONSER: Ma Music 26’ê mehê li Îzmîrê ye. Konsera wan li Navenda Çanda Nazim Hîkmetê saet 20.30 de ye.
PANEL: Li Komeleya Lêkolînên Çand, Wêje, Ziman û Dîroka Kurdan (KED-KOM) panelek bi beşdariya Îsmaîl Beşîkçî û Îbrahîm Gurbuz li dar dikeve. Moderatoriya panelê dê Veysel Çamlibel bike. Panel saet 15.00'an de li Salona Akdenîz a Tepekuleyê ye.
*
BATMAN
Li Batmanê, li Yenî Sahneyê hin çalakî hene. 20'ê mehê fîlm tê nîşandayîn ku saet 20.00'an de dest pê dike.
*
WAN:
FÎLM:Li Wanê, li Şano Wan hin çalakiyên çandî hene. Li gor bernameyê 20'ê mehê di rojên sînemeyayê de fîlmên "Çerx" (Saet 17.00) û "Evîn di rûyê qirkirinê de" (saet 19.00) têne nîşandayîn.
ŞANO: Rojên 21 û 22'yê mehê lîstika "Seyrana Li Çeper" dê derkeve ser dikê (Saet 19.00).
KONSER: Û 23'yê mehê jî Berfin AKtay dê konserê li dar bixe. Konsera Akay saet 19.30 de dest pê dike.