Diyarname
"Xelata IMPAC a Navneteweyî ya Dublînê" dan nivîskarê beyrûdî Rawî Hage.
Ev xeleta ku yek ji xelatên girîng a cîhanê ye ji ber romana "De Niro’s Game" (Lîstika De Niro) dan Hage.
Juriya ku ji 5 kesên di asta zanîna navneteweyî de ne pêk tê, romana Hage ji bo xelatê guncav dît. Bi vê yekê nivîskar Rawî Hage dê 100 hezar euroyî bigire.
Romana "Lîstika De Niro" qala çîroka du zarokên ku li paytexta Lubnanê li Beyrûdê dikin ku ji şerê navxweyî rizgar bibin dike. Pirtûkxaneyên navneteweyî lîstiyeke ji 137 pirtûkan amade kir û ev roman jî di nava vê lîsteyê de cih g
irtiye.
Nivîskar Rawî Hage di sala 1964'an de li Beyrûdê hatiye dinê. Ew di sala 1980'yî de ji Beyrûdê vediqete, di sala 1982'yan de li New Yok City bi cih dibe.
Nivîskar Orhan Pamuk jî di sala 2003'yan de bi romana xwe "Navê min sor e" heman xelat girtibû.


