Diyarname
Berdevkê Kordînasyona Şapondina Hilbijartinê û Nûnerê YSK'ê yê HDP'e Mehmet Ruştu Tiryakindî saet 18.30 carek din pêşberî çapemeniyê û agahiyên nû dan. Va ne ew agahî:
- Heta niha bi ser hezarî sindoq agahiyên wan şaş nivîsandine. Me îtîraz kir. Ew rast kirin. Ji bo van di warê hejmara mebûsan de tu guhartin heta niha çênebûye lê xebatên me didomin.
- Li her navçe, bajar hevamên me, ligel parêzeran sindoq bi sindoq dinirxînin. Em di kîjanê de şaşî bibînin, ji bo rastkirinê em serî lê didin. Heta niha ew şaşî hatine rastkirin.
- Wekî tê zanîn dema îtîrazê heta saet 15.00 bû, lê bi rêbaza îtîraza awarte em serî li lijneyên navçe û bajaran ên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind didin. Ji niha û pêde jî em çi şaşî bibînin emê serî lê bidin.
- Heta niha jî em naxwazin bêjin bi zanebûn wisa kirine, em wekî şaşî dinirxînin û dixwazin rast bikin.
- Emê 193 hezar sindoqan hemûyan binirxînin, ger hebin di hemûyan de emê îtîrazê bikin.
Tîryakî di nava rojê de sindoq bi sindoq gelek agahî dabûn, her wiha li ser Erzerom, Culemêrgê jî nirxandin kiribûn.
Va ye ew daxuyaniyên Tiryakî yên nîvro:
- Tîryakî: Di serî de Culemêrg û Erzerom, emê destûrê nedin dengên me bidizin


