Ciwan tengezar
Li gor min kurd piştî sala 2000'î, bi pêkhatina festîvalên gund, navçe û bajaran, festîvalên muzîk û fîlman di vejînekê(renesance) de ne.
Lewra çêbûna her festîvaleke kurd ji bo min ji avabûna partiyeke nû girîngtir e.
Bi dîtina min herçiqas kêmasiya wan hebin jî, herçiqas dîtina me ne wek birêvebirên festîvalan be jî, divê em li wan xwedî derkevin. Yan jî rê nedin ku astengî li pêşiya wan çêbin.
Îsal li Berlînê jî di navbera 24.05 – 01.06.08 de 5. festîvala fîlmên kurdî pêk tê.
Berê ku ez festîvala îsalîn binirxînim dixwazim li ser peyva fîlm çend gotinan bêjim.
Bi ya min zayenda peyva "fîlm"* mê ye.
Lê heta niha gelek nivîskar, ferhenga Zana Farqînî jî tê de wekî navdêreke nêr bikartînin.
Bi bîr û bawerî û zanebûna min tiştên hunerî gişt mê ne.
Wekî hûner, wêne, berhem, muzîk, edebiyat, helbest, roman, pexşan û hwd.
Gelo peyva fîlm çima nêr e. Ne fîlmê kurdî. Gere bibe fîlma kurdî.
Ez hêvîdar im, nirxandinên din jî çêbin.
Bi qasî hêz û dema xwe min jî festîvala fîlmên kurdî de, yekem heta çarem kar kir. Ango ji bilî îsal.
Wekî min li jor jî anî ziman hebûna festîvalan xebatên giranbuha ne.
Gelo ji bo baştir, xurtir û berfirehkirina festîvalan çi divê?
* Ne berjewendiya şexsî, xebateke kolektîf divê
* Tolerans û nefspiçûkî divê
* Reklam, diyalog û têkiliyên sosyal divê
* Zelalî, plan û program divê
* Armanca naverokeke xurt divê
* Fîlmên bi kurdî divê
Ji bo min di fîlmek de hebûna motîfên kurdî û dîmenan têrê nake êdî.
Kurdiyeke herikbar û xurt divê.
Nasnameya fîlma neteweyek bi du awayî xwe diyar dike: yek, ziman û duyem jî dîmen û honandin e.
Gelo festîvalên wisa ji bo kurdan an ji bo biyanan, an jî ji bo her kesî ye?
Divê her gav di dema xwe de bê avêtin. Katalog, bernameya fîlman ne piştî nîşandayîna fîlman divê berî destpêkirina festîvalê bi çend hefteyan bêne amadekirin.
Divê di programê de bê nîşandayîn, ku kesên heta çend salî dikarin fîlman temaşe bikin.
Her wiha bi vî awayî diyar dikim, pêdivî bi fîlmên zarokan heye.
Dibe ku rojeke festîvalên fîlmên kurdî ji bo zarokan jî bê amede kirin.
Ez hêvîdar im, 6'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî di salonên mezin de bi qasî 5 hezar kurdên Berlînê hembêz bike.
Bi dîmena çiyayên dilê xwe ez xwendevanê wan rêzikan silav dikim.
*Têbiniya Diyarnameyê: Em wekî malper jî "fîlm" wekî zayenda nêr bikartînin.


