Diyarname
84'emîn Xelatên Oscarê gihîştin xwediyên xwe. Fîlmê bi navê "The Artîst", beşa Film, Derhêner û Lîstikvanên Herî Serketî jî di nav de 5 xelat girt û mohra xwe li şevê da. Favoriyek din "Hugo" di warên teknîkê de 5 şelat girt. Xelata Lîstikvana Herî Serketî Merly Streep girt.
Merasima xelatdayîna Xelatên Oscarê bi meşa li ser Xaliya Sor dest pê kir. Merasima ku li Şanogeha Kodak a li Los Angelasa DYA'yê li dar ket de pêşkêşvaniya wê Billy Crystal kir.
Di şevê de lîstikvanên bi navê George Clooney, Brad Pitt, Angelina Jolie, Jean Dujardin, Natalie Portman, Glenn Close, Michelle Williams, Glenn Close şewq dan şevê.
Fîlmê derhêner Michel Havanavicius "The Artîst" ku fîlm hem bêdeng e hem jî reş û spî hatiye kişandin mohra xwe li şevê da. Derhênerê fîlm Michel Havanacivius Xelata Derhênerê Herî Serketî, lîstikvanê fîlm Jean Dujardin Xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt. Her wiha The Artîst wekî Fîlmê Herî Serketî jî hat hilbijartin. Fîlmê ku di 10 waran de berendamên xelatan bû di 5 waran de xelat girt û mohra xwe li şevê da. Di sala 1929'an, di yekemîn xelatên Oscarê de fîlmê bi navê "Wings" ê bêdeng jî Xelata Fîlmê Herî Serketî girtibû.
Di warê Lîstikvana Herî Serketî de jî Meryl Streep bi rola xwe ya di "The Iron Lady" de Oscar girt. Meryl Streep berê jî du caran ev xelat girtibû.
Fîlmê "Hugo" ku ew jî favorî bû tenê di warên teknîkê de xelat girt. "Hugo" di warê Derhêneriya Dîmenê, Hunerê, Efekta Dîtbarî, Vesazkirina Deng û Mîksaja Deng de xelat girt.
Di warê Fîlmê Biyanî Yê Herî Serketî jî fîlmê Îranê "A Seperation" (Veqetînek) girt. Derhêner Asghar Farhadi di merasima xelatgirtinê de wisa got: "Îro li çar aliyên dinyayê bi mîlyonan îranî li me temaşe dikin. Ez bawerim hemû dilşad in. Gelê Îranê dilşad e, ji ber ku di dema ku siyasetmedar qala şer, tehdîd û êrîşan dikin de; navê welat di bin toza siyasetê de, bi dîroka xwe ya kûr û çanda xwe ya mikemel tê bibîranîn."
Vane xelatên ku hatin belavkirin:
- Fîlmê Herî Serketî: The Artist
- Derhênerê Herî Serketî: Michel Hazanavicius (The Artist)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Jean Dujardin (The Artist)
- Lîstikvana Herî Serketî: Meryl Streep (The Iron Lady)
- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Christopher Plummer (Beginners)
- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Octavia Spencer (The Help)
- Senaryoya Lêanînî ya Herî Serketî: A.Payne ve Nat Faxon & Jim Rash (The Descendants)
- Senaryoya Orjînal ya Herî Serketî: Woody Allen (Midnight in Paris)
- Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî: A Separation (Îran)
- Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Robert Richardson (Hugo)
- Derhênerê Hunerê yê Herî Serketî: Dante Ferreti, Francesca Lo Schiavo (Hugo)
- Anîmasyona Herî Serketî: Rango (Gore Verbinski)
- Belgefîlmê Herî Serketî: Undefeated (TJ Martin, Dan Lindsay, Rich Middlemas)
- Kurteanîmasyona Herî Serketî: The Fantastic Flying Books of Mr. Morris Lessmore
- Kurtebelgefîlmê Saving Face (Daniel Junge, Sharmeen Obaid-Chinoy)
- Kurtefîlmê Herî Serketî: The Shore (Terry George, Oorlagh George)
- Muzîka Herî Serketî: Ludovic Bource (The Artist)
- Strana Herî Serketî: Bret McKenzie - Man or Muppet (The Muppets)
- Efekta Dîtbarî ya Herî Serketî: Rob Legato, Joss Williams, Ben Grossman, Alez Henning (Hugo)
- Vesazkirina Herî Serketî: Kirk Baxter, Angus Wall (The Girl With The Dragon Tattoo)
- Mîksaja Deng a Herî Serketî: Tom Fleischman, John Midgley (Hugo)
- Vesazkirina Deng a Herî Serketî: Philip Stockton, Eugene Gearty (Hugo)
- Makyaja Herî Serketî: Mark Coulier, J. Roy Helland (The Iron Lady)
- Kincên Herî Serketî: Mark Bridges (The Artist)