Stenbol
Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrêrojhilat (DGD Platform) li ser êrîşa li hemberî Amed Sporê li ÎHD'ya Stenbolê bi kurdî û tirkî daxuyanî dan çapemeniyê.
Serokê DAD Platformê Hakim Daş got, "Ji ber ku Amed Spor bi rêya sporê nirxên kurdan diparêze rastî êrîşê hatiye." Daş got ku di maçê de posterên derxistine komkujiya dewleta kûr a li hemberî kurdan û kuştina 17 hezar kesî nîşan dide û wisa got, "Ji salên 90'î heta niha ev êrîş didome. Ev posterên nîşan dane dewleta kûr tînin bîra me. Devlet Bahçelî dibêje 'Cihek bi navê Amedê nîn e'. Lê hemû dinya dizane dîroka Amedê ya 12 hezar salan heye."
Endama Lijneya Rêveberî ya Komeleya Federasyonên Amed Îstanbûlê (AMADFED) Zubeyde Caner jî wisa got, "Heta niha her çiqas di hemû maçên Amed Spor dilîze de ew rastî heman heqaret û nifiran hatiye jî dîsa sehaya wê ji bo temaşevanan hatiye girtin. Ev êrîş ne li hemberî Amed Sporê, di temsîliyeta Amed Sporê de li hemberî gelê kurd û civakê hatiye kirin."
Saziyên beşdarî daxuyaniyê bûn:
“İstanbul Amed Dernekler Federasyonu (AMADFED), Bitlis Sivil Toplum Kuruluşlari Konfederasyonu (BİTLİSKON), Ardahan Hoçvan Dernekler Federasyonu, İstanbul Agri Dernekleri Federasyonu, Êlih/Batman Dernekler Federasyonu (ELİH BADEF), Dersim Dernekler Federasyonu (DEDEF), Igdir Dernekler Federasyonu (IGDIRFED), Karakoçan Dernekler Federasyonu (KARDEF), Mardin Dernekler Federasyonu (MARDİNFED), Muş Sosyal Dayanişma Dernekleri Federasyonu (MUŞDERFED), Siirt Şirvan Dernekler Federasyonu ve Siirt Dernekleri, Van Dernekler Federasyonu (VANFED), Adiyaman Dernekleri Platformu, KAYY-DER, Erzurum Ernekler Platformu, Komeleyên Culemêrgê, Komeleyên Qersê, Digor Kultur Platformu, Şirnak Dernekleri Platformu, Şanliurfa Dernekleri, Patnos Dernekler Federasyonu, İstanbul Patnoslular Platformu (İSPAT)”
Têbinî: Li Tirkiyeyê komele mecbûr in bi tirkî nav li xwe bikin, me navên wan ên orjînal nivîsandin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Mebûsê HDP'ê Paylan: Em li Wezaretê geriyan, tiştek nekirin
- Girseyê pêywazî li Amed Sporê kir
- Banga DKKDP li ser maça Amed û Bursayê
-Êrîşa li ser Amed Sporê / hemû bûyerên rojê