Diyarname
Li Tirkiyeyê maçên Super Lîgê kanalên televîzyonê bi şîfre diweşinin. Yên ku bi pere abone bin dikarin lê temaşe bikin. Lê niha ji bo dema navbera 3-13'yê adarê kirin bê şîfre û bê pere. Çima?
Wezîrê Ciwan û Sporê yê Tirkiyeyê Mehmet Muharrem ev agahî belav kir.
Wezîr Kasapoglu di televîzyonê de ragihand ku ligel beIN Medya li hev kirine û maçên du hefteyên pêşiya me dê ji bo her kesî bê şîfre bin.
Bersiva çimayê jî herhal ji wir tê: Pêşî temaşevanên Fenerbahçeyê û paşê yên Beşîktaşê li stadê diruşma "Hikumeta bila îstîfa bike" bilind kirin. Li ser vê, vê hefteyê ji bo çûyîna temaşevanên Fenerbahçeyê ku diçin Kayseriyê biryara "qedexeya deplasmanê" girtin û dûre ji bo hin tîmên din. Û niha jî ev biryar hat...
Nûçeya Eleqedar:
- Spor-siyaset: Va ne hin rêveber û serokên klûbên sporê yên AKP'yî