Diyarnane
Pêşî temaşevanên Fenerbahçeyê di maça ligel Konya Sporê de diruşma "Hikumet îstîfa bike" bilind kir. Piştî vê bi du rojan vê carê temaşevanên Beşîktaşê di maça ligel Antalya de heman diruşm bilind kirin. Li ser vê yekê gelek nîqaş çêbûn, di serî de klûbên wekî Konya û Kayserî dijî vê yekê derketin û piştgirî dan hikumetê.
Hikumet û alîgirên wê gotin divê siyaset û spor tevlihev nebe, lê li Tirkiyeyê her siyaset û spor tevlihev bûne. Niha jî. Li gor daneyên li ber dest tenê di Lîga Super a TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê)
serokên 5 tîman yan şaredarên AKP'ê, yan endamên Meclisên Şaredariyan ên AKP'ê ne. Di tîmên lîgên jêrîn wekî Lîga 1'emîn, 2'yemîn û 3'yemîn de jî rewş ne cuda ye. Va ye hin rêveberên klûbên sporê ku serok û rêveberên wan AKP'yî ne:
Di Lîga Super de klûbên fûtbolê;
- Serokê Başakşehîrê Goksel Gumuşdag endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye li ser navê AKP'ê. (Rêveberên din ên klûbê jî gelek jê AKP'yî ne)
- Serokê Kayserisporê Ali Çamli mebûsê berê yê AKP'ê ye. (Hin rêveber jî bi vî awayî)
- Serokê Konya Sporê Fatih Ozgokçee endamê Meclisa Şaredarî ya Konyayê ye li ser navê AKP'ê. (Hin rêveber jî bi vî rengî)
- Serokê Alanya Sporê Hasan Çavuşoğlu birê wezîrê AKP'yî, Wezîrê Karên Derve yê TirkiyeYê Mevlut Çavuşoglu ye. Ji rêveberên klûbê Dilaver Çekiç endamê meclisê yê berê yê Antalyayê bû li ser navê MHP'ê. Nazmi Yuksel cîgerê Şaredarê Alanyayê ye li ser navê MHP'ê.
- Serokê Umraniye Sporê rêveberê berê yê rêxestina bajêr a Stenbolê yê AKP'ê bû, niha endamê Meclisa Şaredariyê ya Umraniyê ye li ser navê AKP'ê. (Rêveberên din jî bi vî rengî)
Lîgên din
Di lîgên din de jî rewş bi vî rengî ye. Di Lîga 1'emîn de Serokê Erzurum Sporê Ahmet Dal Şaredarê Erzeromê ye li ser navê AKP'ê. Serokê Pendîk Sporê cîgerê şaredarê Pendîkê yê AKP'yî ye.
Di Lîga Duyemîn de Serokê Afyonsporê Suleyman Karakuş endamê Melcisa Şaredariya Afyonê ye li ser navê AKP'ê. Serokê Arnavutkoy Sporê Abdulmenaf Batur midûrê nivîsgera heman şaredariyê ye. Serokê Bursa Sporê Omer Furkan Banaz ji nav Baskên Ciwanan ê AKP'ê tê, ji bo mebûsî pêşserîlêdan jî kiribû; di nav şaredariya Bursayê de kar kiriye. Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê ê AKP'yî Alinur Aktaş ew pêşniyarê serokatî kiriye.
Bi vî awayî lîste dirêj dibe. Û gotina herî hêsan, "Bila spor xwe tevî siyasetê neke", yan jî "Bila siyaset tevî sporê nebe"... De kerem bikin, ev dê çawa çêbe?