STENBOL
Serokê Giştî yê KADEP’ê Şerafettîn Elçî ji bo Kemal Burkay got: “Burkay projeya dewletê ye. Tu têkiliya Kemal Beg bi gel re tune. Ji ber projeya dewletê ye, kurd wî qebûl nakin, berovajiyê wê, hêrsê zêdetir dike. Ez bi xwe bi vê helwesta Kemal Beg êşiyam.”
Serokê KADEP’ê Şerafettîn Elçî bersiv da pirsên rojnameya Radîkalê û diyar kir ku kurdan bi dilxwazî û dildarî dest bi bikaranîna çekan nekiriye, ger ne ji têkoşîna çekdarî ya kurdan bûya, niha pirsgirêka kurd nedikete rojeva Tirkiyeyê û ew qas nedihate axaftin.
Elçî got; “Di demek wiha de tu kesek nikare ji mirovan re bibêje tu çima çekê hildigirî û diçî çiyê” û wiha berdewam kir: "Vê rêxistina çekdar çend caran agirbest îlan kir. Ger daxwaza dewletê ya ji bo çareseriyeke siyasî û aştiyane hebûya, dê di wan deman de çareser bikiriba. Berê, bi çavê ‘daxistina eşqiyayan ji çiyê' li meseleyê mêze dikirin. Paşê jî gotin ‘pêşîlêrgirtina xebatên parçekirinê.' Niha jî terorîzmê dikin hincet û mirovên qet têkiliya wan bi vê yekê re tune ye, diavêjin girtîgehan.
Mînak ez… Ez di temamiya jiyana xwe ya siyasî de li dijî terorîzmê bûm. Her çendî ez niha parlementer im jî, lê dîsa jî bi terorîzmê tême darizandin. Bi hezaran mirovên wekî min hene.
Piştî hilbijaritnê, êdî ev kar ji bin kontrolê derket. Mirovên cuda cuda bi hinceta têkiliya wan bi KCK’ê re digirin û diavêjin girtîgehan. Bê guman eleqeya piraniya van kesên hatine girtin bi KCK’ê re tune ne.
Divê dewlet vê bizane: Neheqiya ku li me kurdan tê kirin, tenê dê bibe sedemê ku bi sedan mirov ji dewletê biqehirin.
Tekoşîna kurdan li dijî dewletê ye. Ger dewlet dest ji hewldanên nijadperest berde, tu pirsgirêk di navbera gelên kurd û tirk de tune ye.
Helwesta nijadperest a AKP’ê ya di dema hilbijartinan de berdewam dike. Tu ferqa Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê yê niha û yê berê Mahmût Esat Bozkurt ku kurdan tune dihesibandin û ji aliyê Mustefa Kemal ve hatibû tayînkirin, tune ye. Niha dibêje; “Kurd û tirk xwedî mafên wek hev in.” Lê ka tiştek wisa heye gelo? Ger kurdek tirkitiyê biecibîne wê demê dibe xwedî mafan.
Çareserî pir hêsan e: tatmînkirina kurdan û îqnakirina tirkan.
Dikarin kurdan bi 4 madeyan razî bikin: 1- Ewlehiya nasnameya kurdan di makeqanûnê de, 2- Bikaranîna zimanê kurdî di perwerdehî, dibistan, gelemperî û cihên taybet de, 3- Kurd bikarin xwe bi nasname û navên xwe li welatê xwe bi rêxistin bikin, 4- Li herêmên xwe rêberiyên xwe bi xwe ava bikin.
Jixwe PKK û her wiha kurdên li diyasporayê neyên qanîkirin, ev pirsgirêk çareser nabe. Lê PKK bi formuleke bê Ocalan razî nabe.
Lê niha… Tu werî bibêjî ez dernakevim derveyî polîtîkayên dewletê, ez ê dij-PKK’tiyê bikim, tu nikarî tu bandorekê li PKK’ê bikî. Jixwe tu bandorên polîtîk ên Burkay tune ne. Dewletê ev hesabê xwe pir şaş kir. Tu eleqeya Kemal Beg bi gel re tune. Ez bi xwe bi vê helwesta Kemal Beg êşiyam, kêm be jî berê hin kesên ji wî hez dikirin hebûn.
Ji yên jor û heta jêr, hemû dizanin ku xeta min ji ya PKK’ê cuda ye. Lê ez dijberiya ne tenê PKK’ê tu pêkhateyên siyasî nakim û bêbextiyê li wan nakim.
Dîsa ez heqareta li hemberî PKK’ê wekî marîfetê nabînim. Min kengî rexneyên giran kir jî PKK’ê bi rêzdarî guhdarî min kir. Ger bizanin ku tu ne bi dijminahî bi ser wan de diçî, çima ji te fêm nekin. Tevgerên siyasî hebûnên biyolojîk in. Serdema zayîn, zarokatî û ciwantiyê hene. Niha PKK di serdema kamilbûnê de ye. Ew jî dizanin Honya û Konya ji hev derbixin. Di ciwaniya me de jî heyecanên me hebûn. Ger ciwaniya min li rastî PKK’ê bihata, ez jî dê beşdarî PKK’ê bibûma.
PKK dest nade, kesên muxalîfên xwe yên derve. Bi salane ez wiha me. Ji min aciz bûn, lê tu carî gef li min nexwarin. Jixwe ji kesên ku heta duh di bin kirasê PKK’ê de bûn û niha jî dijminahiya PKK’ê dikin pir aciz in.
Lê… ez bibêjin (Orhan) Mîroglû….demek beriya niha ji BDP’ê bibû namzed. Di sala 2007 de. An jî Kemal (Burkay)… ger wekî wî gotiye PKK ji aliyê Ergenekonê ve hatibe avakirin, çima ew bi xwe çend caran çû Bekkayê û bi Ocalan re protokol îmze kir?