Diyarname
Li Rojava û Bakurê Suriyeyê bi rihê berxwedan û azadiyê Hewroz hat pîrozkirin. Li Qamişlo, Kobanî, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespî, Serêkanî, Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Reqa û Helebê bi beşdariya sed hezaran Newroz hat pîrozkirin.
Di pîrozbahiyan de gelên kurd, ereb, suryan, asurî, keldan, tirkmen, keldanî, çeçen jî hebûn. Gelên bi baweriyên xwe misilman, xiristiyan, êzidî her yek bi reng û dengê xwe, bi peyamên yekîtî û azadiyê li qadê bûn.
Di axaftinan de êrîşên dagirkirinê yên li ser Efrînê hatin şermezarkirin û hat gotin ku dê berxwedan serketinê bîne.
**
Nûçeya Eleqedar: