Diyarname
HDP'ê wekî kom xwest li ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi lêkolîn bê kirin, ji bo vê yekê mijar anî rojevê lê bi dengên mebûsên AKP'ê ev pêşniyara HDP'ê hate redkirin.
Li ser navê pêşniyara Koma HDP'ê Mebûsa HDP'ê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş qala dosyaya li ser kuştina Elçî hatiye amadekirin kir û got, "Hemû guleyên cih hatine diyarkirin hatin kom kirin lê ya nimreya 43'yan nehatiye komkirin. Ya 44 û 45'an jî hatiye komkirin lê 43 nîn e. Dîmenên kamerayê hene lê 13 sanîneyên divê hebin li holê tune ne. Ji kameraya PTT'ê 17 deqîqe nîn in. Ji kopyaya kameraya Mardîn Kebabê jî nehatiye girtin. Di dosyayê de qet kesek bersûc nîn e. Dibêjin 'Me delîl dîtine' lê dosyayê dixwazin di nav demê de bidin jibîrkirin. Yê me tu şika me ya ku polîsan ew kuştiye nîn e. Ger Elçî bi guleyê polîsan nehata kuştin di saetek de jî dê bersûc bihata dîtin."
Beştaş rexne li çapemeniya ku ew wekî hedef nîşan da jî kir û wisa dom kir: "Elçî ji ber axaftina wî hedef hat nîşandayîn, hat kuştin, dewlet dizane kî ew kuştiye lê eşkere nake, wekî hemû kuştinên kiryar nediyar dixwaze bûyerê veşêre."
Beştaş gotina Serokwezîrê Tirkiyeyê Davutoglu a wekî "Di serdema me de em destûrê nadin kuştina kiryar nediyar" bibîr xist û got em dizanin çend kuştinên kiryar nediyar hene, bûyera Elçî jî yek ji wan e."
Piştî axaftinan pêşriyara HDP'ê hate dengdan lê bi dengên mebûsên AKP'ê daxwaza lêkolîna li ser bûyerê hate redkirin.