Diyarname
Hunermend Mem Ararat straneke nû nivîsand, amade kir û pêşkêş kir? “Rindê”.
Ararat ev stran di sala 2011’an de nivîsandiye, niha bi çend sererastkirinên biçûk ew stra ye û bi ser hesabê xwe yê Youtube re belav kiriye.
Ararat bi belavkirina stranên re gotiye, “Sala 2022’an têra xwe em westand û bêguman car caran dilê me jî şikand,l ê dixwazim hûn jî zanibin di dil de hêvî her gur e dostno. Bi hemû hêza xwe em ê hewl bidin sala 2023’an bikin saleke xweştir. A niha bi kelecan im lewma dixwaz im mizgîniyekê bidim we. Em ê bi parvekirina albumek nû, kû navê wê “Keskesor" e hewl bidin çend kulîlkên din jî biçînin li vê dinyaya gewrik. Di vê albumê de ez ê hewl bidim sitranên xwe yên ku ev demek dirêj e di arşîva min de sekinî ne bi we re par ve bikim. Ji van stranna hinek jê nêzî 20 sal berê hatiye nivîsandin. Bi hêvî me serê we neêşînim.”
Fermo ew stran: