logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Bû 40 sal ÎKSV ji bo çandê dixebite

Saziyek bifikirin ku 40 salan bê navber ji bo çand û hunerê dixebite. Bi ser de jî her sal bê hejmar festîvalan li dar d

  • Dîrok: 22/01/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Saziyek bifikirin ku 40 salan bê navber ji bo çand û hunerê dixebite. Bi ser de jî her sal bê hejmar festîvalan li dar dixe. ÎKSV’ê niha ket 40 saliya xwe û ji bo 40 saliyê xebatên xwe ragihandin.

40 sal ne demek kurt e. Temenek e. Dike du nifş. 40 sal hema bibêje nîvê sedsalekê ye. Belê ÎKSV'ê (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) 40 salên xwe temam kirin di nav xebata çand û hunerê de. Di van 40 salan de bi festîvalên fîlman gelek derhêner kirin mêvanên xwe, gelek kesên bandor ji van girtin dest bi kişandina fîlman kirin, bûn derhênerên navdar. Gelek ciwan di festîvalên muzîkê de kêf ji muzîkê girtin, bi vê yekê ber bi muzîkarî ve gav avêtin. Her wiha şano jî bi vî rengî. ÎKSV li Tirkiyeyê bi taybetî li Stenbolê bi xebatên xwe yên çandî mohra xwe li demê daye û niha jî dê pîrozbahiyên 40 saliya xwe li dar bixe.

Dîroka ÎKSV'ê

Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (İKSV) ji bo mînakên hilbijêr ên çand û hunerê yên dinyayê, helwdanên nû yên hunerê ragihîne hunerhezên Stenbolê, ji bo dewlemendiya çandê ya Tirkiyeyê bi dinyayê bide nasîn û bibe yek ji platformên girîng a çand û hunerê ya STenbolê di sala 1973’yan de hate avakirin. ÎKSV di bin pêşengiya Dr. Nejat F. Eczacibaşi de hat avakirin û niha 40 saliya xwe pîroz dike.
Ma heta niha kî bû mêvanên ÎKSV'ê kî nebû? Ji Theo Angelopoulos, Carbol Sauro bigire heta Abbas Kiarostamî, ji Sting bigire, heta U2 û Buena Vista Social Club gelek kom, hunermend, derhêner bûne mêvanên ÎKSV'ê û Stenbolê.

Ji bo 40 saliya weqfê Serokê Lijneya Rêveberiyê ya ÎKSV’ê Bulent Eczacibaşi got ku İKSV wekî “Festîvaleke Stenbolê ketiye rê”, di 40 salên borî de çar festîvalên girîng, du bîenal û gelek çalakiyên din di nav salê de li dar xistine û wisa dom kir: “Saziya me li Tirkiyeyê di qada çend-hunerê de bêyî li kara madî binêre gihîştiye 40 saliya xwe û ji bo vê yekê em kêfxweş in. Em bi lidarxistina çalakiyên çand û hunerê wêdetir ber bi xeyalan ve diçin; bi çalakiyên ÎKSV’ê em dixwazin piştgirî bidin pêşketina ciwanan, hunermendên di warên xwe de serketî bigihînin, têkiliya hunermendan û hunerhezan bi derveyî welat ve saz bikin, ji bo welatê me polîtîkayên çandî ku dikare bêne pêşxistin derxin holê û em dixwazin kedê bixin nav hunera rojevî ya li Tirkiyeyê.”

Festîalên ku îsal dê li dar bikevin

ÎKSV yek ji saziya mezin e ku li Tirkiyeyê herî zêde festîvalan û pêre jî çalakiyên cur li cur li dar dixe. Weqf her sal Festîvala Fîlman a Navneteweyî, Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî, Festîvala Cazê ya Navneteweyî û Fîlmekî li dar dixe. Her wiha du salan carekê Festîvala Şanoyê ya ya Navneteweyî û Bînealê li dar dixe.
Digel van yekan li Salona xwe her meh çalakiyên cur bi cur li dar dixe.

Weqf di vê 40 saliya xwe de dê pirtûkek ku têde berhem û keda wan a 40 salî hebe derxe. Pirtûka ku dê meha pûşperê de li dar bikeve, dê dîroka ÎKSV nîşanî xwendevanan bide.

Koma Katalan tê Stenbolê

Weqf niha xwe amade dike ku di vê 40 salî de xebatên nû li dar bixe. Ji bo vê 40 salî koma hunerî ya Katalan La Fura dels Baus ku li dinyayê navdar e dê projeya bi navê “İstanbul, İstanbul” amade bike û di êvarên 21-22’yê pûşperê de li Haliç Camialti Tersanesi pêşkêş bike. Lîstik dê bi lîstikek balkêş têkiliya Stenbol û ÎKSV raxe ber çavan.
Koma La Fura dels Baus di sala 1979’an de li Barselonayê hatiye avakirin, di destpêka Olîmpiyata Barselonayê ya 1992’yan û di gelek bajarên mezin de lîstikên xwe pêşkêş kirine. Komê di Festîvala Salzburgê de bi operayên xwe cih girt, li Operayên La Scala, Sydney, Bochum, Parîs, Roma û Tokyoyê, her wiha li Şanogeha Bolşoy berhemên xwe pêşkêş kiriye.
La Fura dels Baus di sala 1999’an, di çarçoveya 11’emîn Festîvala Şanoyê ya Stenbolê de bi lîstika xwe “Faust 3.0” balkişandibû.
Yek ji çalakiyên 40 salî jî konsera Orkestraya Filarmonî ya Berlînê ye ku ev orkestra di nav arkestrayên herî bi prestîj de cih digire. Orkestraya Filarmonî ya Berlînê di bin rêveberiya şef Sir Simon Rattle de roja 27’ê rezberê dê li Haliç Kongre Merkezi konserê xwe pêşkêş bike.

Her wiha di çarçoveya 400’emîn têkiliyên dîplomatîk ên Tirkiye û Hollandayê de ÎKSV dê hin çalakiyên taybet li dar bixe.

Dîrokên festîvalên îsal

Di vê 40 saliya ÎKSV’ê de dîroka festîvalên ku dê lidar bixe jî hate eşkerekirin.

31’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê îsal di navbera 31 adar û 15’ê avrêlê de,
18’emîn Festîvala Şanoyê ya Stenbolê dê di navbera 10 gulan û 5 pûşperê de,
40’emîn Festîvala Muzîkê ya Stenbolê di navbera 31 gulan û 29’ê pûşperê de
19’emîn Festîvala Cazê ya Stenbolê di navbera 2-19’ê tîrmehê de,
7’emîn Pêşbaziya Şanê ya Leyla Gencer di navbera 15-20’ê rezberê de,
11’emîn Fîlmekîmî di navbera 6-14’yê rezberê de
Û yekemîn Bîenama Dîzaynê ya Stenbolê jî dê di navbera 13 rezber û 12 berfanbara 2012’an de li dar bikeve.


 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fînalîst diyar bûn: Juventus û Real Madrîd

ad

Nivîskar Diya Ciwan mir

ad

Saet 18.45, Li Amedê Boykot sedî 70 ye

ad

Girgirê polîsên Erdogan derxist berga xwe

ad

Li Bajarên kurdan Demirtaş çiqas deng girtine?

ad

8'ê Adarî ra henî fotografî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname