logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

ASÎVA

Di van çend salên dawî de xwendekarên kurd ên zanîngehan kar û barên hêja pêk tînin, xebatên hêja dikin. Gelek xwendeka

  • Dîrok: 18/01/2012
  • Beş: Serbest

Lokman Polat

Di van çend salên dawî de xwendekarên kurd ên zanîngehan kar û barên hêja pêk tînin, xebatên hêja dikin.  Gelek xwendekarên kurd yên zankoyan  niha li ser gelek babetên cur bi cur ku bi pirsa netewa kurd ve girêdayî ye lêkolîn dikin, tezên doktorayê amade dikin, belgeyên dîrokî yên der barê kurdan de ji nav arşîvan derdixin ronahiyê. Pirtûk û kovarên cur bi cur diweşînin. Yek ji wan xebatan jî weşandina kovara Asîva ye. Kovara Asîva ji alî xwendekarên zankoyê ve tê weşandin.
Xwedî û berpirsiyarê karê nivîsan Fatih Ozturk e. Edîtorî û mîzanpaja wê  Mekîn Ekîn dike. Redaksiyon Çetînê Babosî û Zerweş Xodî ne. Karîkaturên kovarê ji alî Rojarî Dewlemend ve têne xêzkirin. Wênekêş Dûrzan Cîrano ye. Bergan jî Emrah Seyyar amade dike. Xuya dibe ku komek xwendekar bi şêweya kar û xebateke kolektîf kovarê amade dikin, didine çapê û li xwendevanên kurd belav dikin. Ev karekî hêjaye ku ew pêk tînin.
Kovara “Asîva” hejmara duyem jî derket û kete destê xwendevanên kurd.  Kovara Asîva kovareke xweşik e, bedew e, delal e, spehî ye. Kovar 48 rûpelin û têde  26 nivîs, gotar, nirxandin, helbest, kurteçîrok, pexşan, hevpeyvîn, gotinên pêşiyan, xaçepirs û karîkatur hene. Naveroka kovarê dewlemend e. Kovara Asîva kovareke rengîn û pirdengîn e. Di nav rûpelên xwe de mijara çand, huner, wêje û ramanê dihebîne.

Di kovarê de gelek nivîs heen
Di destpêka rûpelên kovarê de gotara yekem dostê min ê hêja  Aydin Orak ku ew bi xwe xwendekar e û her wiha şanogerekî hêja ye, di derbarê kovara Asîva de nivîsiye û ji bo pêşketina kovarê dîtin û ramanên xwe pêşkêş dike û çend pêşniyazên hêja û giranbuha pêşkêş dike.
Di kovarê de du nivîsên nirxandina li ser romanên kurdî hene. Yek jê nivîsa min a bi sernavê “Şaşiya Feylesofê Serxweş” e û ya din nivîsa birêz Ferzan Şêr ya bi sernavê “Roman û Bajarên Bêwêne” ne. Di nivîsa min de nirxandina romana Bavê Nazê ya bi navê “Miriyê Heram” heye. Min li gor dîtina xwe roman nirxandiye û hinek rexne lêgirtiye. Di nivîsa birêz Ferzan Şêr de jî nirxandina hunera romanê û kêmaniya romana Hesenê Metê “li Dêrê” û her wiha ya Firat Cewerî “Lehî” radixe ber çavan û kurterexneyeke li van her du romananm digre.
Di kovarê de çend helbestên baş û xweş hene. Helbestvanên ku helbestên wan di vê hejmarê de hatine weşandin ev in: Mem Jan –helbesta bi sernavê “Taxa Rosa û Evînek Ûtopîk” -  Masum Karaman –helbesta bi sernavê “Rûken” -  Yaşar Aksu –helbesta bi sernavê “Wê Şevê…!” – Bager Ar –helbesta bi sernavê “Deryaya Hêvîyên Winda” -  Îmad Bernas –helbesta bi sernavê “Fîlmê Jiyana min” – helbesteke Murathan Mungan jî ji aliyê Mewalî ve ji tirkî li kurdî hatiye wergerandin.

Nivîsên kirmanckî jî di kovarê de hene
Xwendekarê ciwan Erkan Turan li ser “Têgeha Ziman” gotareke baş nivîsiye. Roşan Lezgîn jî kurtelêkolîneke li ser wêjeya nûjen a bi zaravayê zazakî pêşkêş kiriye. Wî nivîsa xwe bi zazakî (kirmanckî) nivîsiye û bal kişandiye ser destpêka edebiyata modern a kirmanckî.  Di vê hejmarê de xanim Sebîha Yildirim jî bi zaravayê zazakî nivîsiye.
Salih Qoserî di bin ronahiya dîtinên Jean Jaques Rousseau de li demokrasiya Tirkiyê nêriye û ew şîrove kiriye. Berpirsê kovarê Fatîh Ozturkê ciwan jî ceribandineke baş û balkêş nivîsiye. Mehmet Aktop li ser Mahatma Gandhî ê navdarê cîhanê gotareke nivîsiye û ramanên wî şîrove kiriye. Bûbê Eser jî şîroveyeke li ser kurdên li diyasporayê ango yên li xerîbiyê kiriye û dîtinên xwe aniye zimên. Çîroknivîserê serketî Receb Dildar jî kurteçîrokeke ku ji hêla hunera wêjeyî ve gelek serketiye bi sernavê “Lehengê Bênav” pêşkêşê edebiyathezan kiriye. Her wiha çîroknûs Arda Janxwar jî kurteçîrokeke bi ser navê “Kevkanî” nivîsiye.

Hevpeyvînek bi Tara Jaff re
Mekî Ekînê lewend bi hunermenda hêja Tara Jaff Xanimê re hevpeyvîn kiriye. Yên ku întreseya wan û bala wan li ser hunera muzîkêye divê miheqeq vê hevpeyvînê bixwînin. Hasîp Ekîn jî li ser ekolojiya (hawirnasiya) mirovan gotareke balkêş pêşkêşê xwendevanan kiriye. Mehmet Alî Agin jî bi pexşaneke hunerî bal kişandiye ser mijareke girîng û ew dibêje divê “her kes bi refê xwe re” be.
Di kovarê de li ser şanoya “Araf”ê danasîneke heye. Di vê şanoyê de jiyana rewşenbîrê kurd Musa Anter bi awayekî biyografîk tê ravekirin.

Ez ji bo kovarê temeneke dirêj a weşanê daxwaz dikim û ji dil û can jê re serketinê dixwazim.

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hostayê meqamê, dengê muzîka kurdî Elî Merdan

ad

Kişanake îdiayî zûr vetî

ad

Dermanên ji Bakur hatibûn şandin hatin belavkirin

ad

Li Amedê skandal: Navê Hevşerader Dogan nenivîsandin

ad

Kovareke nû ‘Philosophia’ derket

ad

Li bajarê we dê çend mebûs derên?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname