Diyarname
Bû cara sisêyan vê xelatê digire. Em qala Messiyê arjantînî, lîstikvanê Barselonaya Katalan dikin. Belê, ev ne meseleya nîqaşê ye: Messi lîstikvanê herî serketî yê dinyayê ye.
FIFA'yê li bajarê Zuriha Swîsreyê xelata "yên herî serketî" da. Di merasimê de xelata "Gogo Zêrîn" careke din Messi bi dest xist.
FIFA, bi dengdayîna rojnameger û 208 teknîk dîrektorên tîmên neteweyî yên endamên FIFA'yê serketiyê "Goga Zêrîn" diyar dike. Îsal Lionel Messi û Xavi (Barselona) û Cristiano Ronaldo (Real Madrid) berendamên xelatê bûn lê Messi bi ser ket
Messi bû 3 caran vê xelatê bi dest dixe ku li dinyayê jî dibe 4'emîn kes ku vê xelatê 3 caran bi dest dixe. Berî Messi, Michel Platini (Fransa), Johan Cruyff (Hollanda) û Marco Van Basten (Hollanda) 3 caran ev xelat bi dest xistibû.
Di merasima xelatgirtinê de Messi axivî û got: "Bi rastî ev ji bo min rûmeteke mezin e. Zewqek mezin e. Bû cara sisêyan ez xelatê bi dest dixim. Ez sipasiya her kesê ku ji bo min deng bikar anine, sipasiya hevalên xwe yên li tîma Barselona û Tîma Neteweyî ya Arjantînê, sipasiya antrenorên xwe dikim."
Messiyê 24 salî piştî ku got "Ez dixwazim xelatê bi hevalê xwe yê tîmê Xavi re par ve bikim" wisa bang li Xavi kir: "Ezê vê xelatê bi te re par ve bikim, ji ber ku tu jî bi qasî min vê xelatê heq dikî."
Her wiha teknîk dîrektorê Barselonayê jî wekî Teknîk Dîrektorê Herî Serketî yê Salê hat hilbijartin. Xelatên din jî bi vî awayî hatin belavkirin:
- Lîstikvana fûtbolê ya jin a herî serketî: Homara Sawa (Japon)
- Xelata Gola Salê: Lîstikvanê brezîlyayî Neymar (li Santosê dilîze û ev gol avêtibû tîma Flamengoyê)