Diyaname
Çîroka vê meseleyê bi vî rengî ye: Hunermendê bi nav û deng Bob Dylan di sala 1962’yan de strana bi navê “Blowin’ in the Wind” xwendibû. Stran bûbû wekî sirûda tevgera mafên sivîlan. Dylan piştî 60 salan, vê demê dawî ew stran careke din stran û tenê kopiyeke hat sazkirin.
Dylan ev demek dirêj e ligel muzîkar û sazkar T Bone Burnett kar dike û ev kopî ligel wî bi awayekî taybet, bi formata analog Ionic Original hat sazkirin. Hatibû eşkere kirin ku vê kopiya taybet dê 7’ê meha tîrmehê de derxin mezatê û bifroşin. Ew li bendê bûn ku ev kopiya taybet bi 600 hezar heta mîlyonekî sterlîn bê firotin. Û mezatxaneya Christie’s a li Londona Îngilistanê ev tekane kopya bi mîlyonek û 482 hezar sterlînî hatiye firotin.
Kopiya ku di qutiyeke darîn de de hatiye firotin navê kesê/a ew kiriye nehat eşkere kirin.
Bob Dylan xwedî xelatên Nobel û Grammy ye. Strana “Blowin’ in the Wind” wekî yek ji stranan girîn a di sedsala dawî de hatiye sazkirin tê qebûlkirin.
Va ye ew stran: