Diyarname
Gotineke hebû, "Binêr postager tê". Niha êdî dê wisa bibêjin "Binêr polîs tê", ji ber ku 1500 postager bûn polîs.
Li Avusturyayê 1500 postager ji ber ku şaxa postexaneyê hate girtin û betal man êdî dê wekî polîs kar bikin.
140 hezar postagerên ku betal man daxwazname dan hikumeta Avusturyayê û doza kar kirin. Di encamê de bersiv hate dayîn ku dê ew bibin xwedî kar. Emniyetê jî biryar da ku 4 hezar postagerî wekî polîs li qereqolên xwe peywirdar bike.
Emniyet piştî ku di kurtedemê de dersê bide postageran wê dê li qereqolan bi cih bike.