Diyarname
Du sal berê ji Koreya Başûr fîlmê derhêner Bong Joon Ho ê bi navê “Parazite”
Xelata Fîlmê Herî Serketî ya Oscarê girt. Di dîroka Oscarê de ev yekemîn car bûi ku fîlmekî ne îngilîzî vê welatê digire. Û niha meraq ew e ku ev yek dê dubare bibe, ji ber ku fîlmêkî ji ji Rojhilata Dûr, ji Japonyayê berendam e: Drive My Car.
“Drive My Car” fîlmê derhênerê japon Teruhisa Yamamoto ye. Par hatiye kişandin. Çîroka fîlm ji pirtûka Haruki Murakami “Men Without Women” hatiye girtin. Fîlm li qada navneteweyî nav da. Yek ji festîvalên navdar Cannes e. Fîlm li Cannesê ji bo sê xelatan berendam bû, Xelata Senaryoya Herî Serketî girt. Ev ne bes bû, ji Rexnegirên Sînemayê ya New York Xelata Fîlmê Herî Serketî girt. Her wiha ji Festîvala Fîlmên Serbixwe Gothamê “Fîlmê Herî Serketî yê Navneteweyî” girt. Û niha di 4 waran de ji bo Oscarê berendam e.
Fîlm di warê Fîlmê Herî Serketî, Derhênerê Herî Serketî, Fîlmê Navneteweyî yê Herî Serketî û Senaryoya Herî Serketî de berendamê Oscarê ye. Niha meraq ew e ku fîlm dê carek din vê xelatê bibe Rojhilata Dûr yan na…
Çîroka fîlm: Yusuke Kafuku lîstikvan û derhêner e û ligel jina xwe Fukuka jiyaneke dilşad dijî. Lê nişka ve jina wî winda dibe û dilşadiya Yusuke nîvco dimîne. Du sal paşê ew di festîvaleke şanoyê de derhêneriya lîstikek dike ûi ji bo vê yekê diçe Hîroşîmayê. Li vê derê rastî jineke ciwan Misaki tê.
Di fîlm de Hidetoshi Nishijima, Toko Miura, Masaki Okada, Reika Kirishima, Park Yoo-jant, Jin Daeyeon, Sonya Yuani dilîzin.
***
Nûçeya Eleqedar:
***
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com