Diyarname
Di 9'emîn salvegera mirina wî de Arjan Arî li ser gora wî û paşê jî li komeleyê hat bibîranîn.
Di salvegera mirina helbestvan Arjen Arî de hezkiriyên wî ew bibîr anîn. Pêşî li ser gora Arî merasim li dar ket. Xwişka wî Necla Akay, nivîskar Roza Metîna, endamên Komeleya Wêjekarên Kurd û komek hezkiriyên Arjen Arî di bîranînê de amade bûn
Paşê li Komeleya Wêjekarên Kurd ya li Baglara Amedê civîna bîranînê li dar ket. Berdevê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, Hevserokê PEN'a Kurd Sanî Tan, Seroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray û hin nivîskar beşdar bûn.


