Stenbol
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di nivîsa ku ji Serdozgeriya Dadgeha Bilind re şand de qala hin belgeyên der barê KCK'ê de dike û îdîa dike ku têkiliya di navbera KCK'ê û BDP'ê hatiye çespandin.
Serdozgerî dibêje ku hin kesên di doza KCK'ê de hatine girtin serok û rêveberên rêxestinên bajêr û navçeyên BDP'ê ne û wisa dibêje: "Ji nivîsên ku di paşgo û klasoran de ne jî diyar dibe ku KCK civînên xwe li hin navçe û rêxistinên BDP'ê, dibin çavdêriya partiya navborî de li dar xistine, bi vî awayî hatiye fêmkirin ku têkiliyeke di navbera KCK û BDP'ê de hatiye dîtin."
Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha bilind dê li ser van delîlan lêkolînê bike, ger tiştek bi dest bixe dê bikaribe der barê BDP'ê de doza girtinê veke.


