Diyarname
Wisa trênek e di saetek de 600 kîlometre diçe. Niha ew danasîna wê trênê hat kirin.
Çînê trêna maglev ya nû ku bi teknolojiya nû, ya bi lez hatiye sazkirin nîşan da.
Trên bi pergela elektro manyetîk dixebite loma ne li ser demirên hesin bi hewa ve, bi manyetî kar dike. Li bajarê Çindao ku li aliyê rojhilatê Pekînê ye trên tê çêkirin.
Trên dema lez bide xwe di saetê de dikare heta 620 kîlometreyî here. Li gor agahiya ku belav kirine berî sala 2025'an dê trêna bilez dest bi kar bike.
Yekem xeta trêna maglez di sala 2002'an de li Şangay hatibû vekirin.