Diyarname
Di sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Şengalê kiribû û bi hezaran kurdên êzîdî revandibûn, gelekên wan kuştibûn. Parlemena Belçîkayê bi piraniya dengan ev komkujî bi awayekî fermî wekî komkujî qebûl kir.
Li gor nûçeya ANF'ê roja 14'ê tîrmehê pêşnûmaya li ser komkujiyê li meclisê nîqaş kirine û roja 15'ê mehê nîqaşa vê pêşnûmayê domandine. Di dawiyê de bi piraniya dengan pêşnûma hatiye qebûlkirin û kuştina êzîdiyan wekî komkujî bi awayekî fermî qebûl kirine.
Pêşnûme bi pêşengiya parlemeter Georges Dallemagne ji aliyên Koen Metsu, François De Smet, Malik Ben Achour, Michel De Maegd et Samuel Cogolati, Mmes Els Van Hoof, Goedele Liekens et Vicky Reynaert û Wouter De Vriendt ve hat pêşkêşkirin. Di pûşnûmaya ji 10 rûpelan pêk tê de bi berfirehî qala kuştina êzîdiyan hatiye kirin.
DAXWAZÊN JI HIKUMETÊ
Di pêşnûmayê de hatiye gotin "Sûcê qirkirinê li dijî êzîdiyan ku DAÎŞ’ê li Iraq û Sûriyê, ji sala 2014’an û vir ve kirine, nas dike û mehkûm dike" û paşê ev daxwaz ji hikumetê hatine kirin:
- Hemû rêz û rêbazên yasayî yên navxweyî û navneteweyî bikar bîne da ku tawana jenosîdê ya ku DAIŞ’ê li dijî Êzidiyan li Iraqê û Sûriyê kir teqez bê ceza nemîne;
- Teşwîqkirin û destekdayina hewldanên dadweriya Belçîka ya ji bo destnîşankirin û darizandina sûcdarên Belçîkî yên muhtemel ku li dijî civaka êzîdî sûc kirine;
- Bi êzidiyên ku dixwazin vegerin gund û bajarên xwe bibin alikar; bi taybetî daxwaz bê kirin ku peymana di navbera hikumeta herêma Kurdistanê û hikumeta navendî ya Bexdayê re hatiye çekirin, bê bicihanin; Jibo vê yekê jî pêşniyara ‘çavdêriya navneteweyî ya peymanê’ bê kirin.
- Destekdayîna ji nû ve avakirina bajar û gundên hatine hilweşandin.
- Alîkariya mirovî ya taybet pêşkêşî kesên ku rastî tundiya zayendî, koletî û kiryarên din yên dermirovî hatine bê kirin.