Diyarname
Di Euro 2020 de qeleparêzê Îtalyayê Gianluigi Donnarumma bû û di tûrnûvayê de serketineke mezin bi dest xist. Niha vê serketinê kir ku yek ji tîmên mezin a Fransayê PSG wî transfer bike.
PSG'ê ligel qeleparêzê tîma neteweyî yê ÎTalyayê Gianluigi Donnarummayê 22 salî ji bo 5 salan peyman girê da. Donnarumma li tîma jêrîn a Mîlanê dest bi fûtbolê kiribû û derketibû tîman A. Di 251 maçên fermî de wî di 88 maçan de qet gol nexwar. Donnarummayê ku her diçû navdartir dibû, tûrnûva jî lê hat. Û bidestxistina kûpayê ji aliyê ÎTalyayê ve jî stêrka wî geştir kir.
Donnarumma di Euro 2020 de wekî qeleparêzê herî serketî hatibû hilbijartin.