Abdullah Keskin*
Selaheddîn yek ji girîngtirîn mirovê tarîxa dinyayê ye. Ev fikra muşterek a gelek zana û pisporên rojhilat û rojavayî ye. Mohra xwe li mîlenyumê daye. Tevî ku di ser dema wî re 800 sal derbas bûye jî, li dinyayê û Kurdistanê hê jî pir aktuel e. Li dinya modern, bi taybetî di lîteratura ewropî de gelek nîqaş li ser tên kirin, bi sedan kitêb û nivîs tên nivîsandin, pêşangeh û album çêdibin. Dinya, wî bi şêweyên nû û cihê dixwîne, tarîf dike.
Li Kurdistanê, di nav miletê xwe de jî tim û tim aktuel bûye Selaheddîn. Vêga jî ne tenê li unîversîte, der û dorên xwenda, li civateke gundekî çiyan jî mirov dikare rastî nîqaşên pir balkêş bê. Di deh salên dawî de rastî gelek nîqaşan hatim, lê du-sêyan ji wan hişt ku bi vê meselê re zêde mijûl bibim. Niha dixwazim behsa wan bikim:
Payîza 2001’ê, ez li Berlînê li mala hevalê xwe Mehmed Aktaş bûm. Em sibehî zû rabûn, Mehmed dixwest min li bajêr bigerîne. Gote min, heta bi metro em bimeşin, nêzîk e. Serê sed metreyî em disekinîn û Mehmed qehweyekê vedixwar. ‘Mehmed, metro li ku ma, an ji bo serê sed metreyî em qehweyekê vexwin tu me dimeşînî?’
Ji bo zimanê min sist bike, got, ‘Na ez dixwazim hin ciyê kurdan nîşanî te bidim.’ Li Kreuzberga ku pir dişibiya cadeyeke Stenbolê, destê xwe ber bi avahiyekê ve kir, got; ‘Tu dibînî, ev jî mizgefta kurdan e.’
Ji bo min ku li bajarekî mizgeftên herî xweş yên dinyayê lê hene, mizgefteke di qata apartmaneke normal de ne enteresan bû. Lê dema min navê wê xwend fikra min guherî: Mizgefta Selaheddînê Eyyûbî.
Deriyê jêr girtîbû, em neçûn jor. Ji pirsên min pirsî, bersiva Mehmed ku got, tirk naçin li vê mizgeftê nimêj nakin, di bîra min de maye. Em li kolana piştî mizgeftê qulibîn, riyek ber bi pirê ve diçû, di ber rê re dîwarekî ji keviran dirêj dibû. Li ber wî dîwarê ku te digo qey ji kevirên reş ê Diyarbekir çêkirine, mirovekî extiyar, eynî wekî ku li gundên Kurdistanê dikirin, xwe dabû ber tavê. Kumekî qehweyî ku ‘serqotiya’ wî vedişart li ser serê wî bû, êlekek lê bû. Di xetên rûyê wî yê ku li ber tava Berlînê qemerî bûbûn êş û asabiyetekê xwe dida der. Wekî ku wê kêlîkê ji bin konekî koçerên botiyan an jî ji nav erdeke nîskan a beriya Mêrdînê hatibe, bi silavê re, bêyî ku xêrhatin bike an xatir bipirse; bi dengekî berz û bi hêrs, berê xwe da Mehmed û got; eger ne şaş bim got, ‘Hemû sûcê wî Selahaddînî bû, ji ser rûyê wî îro em li vir in.’ Ez tênegihîştim, min got belkî meseleyek şexsî ye. Bêyî axaftin dirêj bibe, em derbas bûn çûn, min di cî de ji Mehmed pirsî; ‘Behsa çi dike ev kabira? Selahaddîn kî ye?’ Got behsa Selahaddînê Eyyûbî dike. Mehmed wekî ku tê bîra min, di rojnameyekê de nivîsek li ser Selahaddîn nivîsîbû wê gavê, û ew mirovê li ber tava Berlînê û ji wê tavê ne razî, Selahaddînê Eyyûbî wekî sebebê bêkesîtî û bêsiûdiya xwe didît, nerazîbûna xwe nîşan dida. Tevî ku ji cil û bergê wî diyar bû ku ew yek ji mudawimê mizgefta Selahaddînê Eyyûbî ye jî.
Bihara 2004’an, li gel Kurdistan Mukriyanî û Cemal Reşîd Ahmed ber bi êvarî em ji Kerkûkê vedigerin Hewlêrê. Berî em bigihîjin Restorana Kurdistan, ku wî çaxî ji ber ku amerîkiyan ala û nexşeya Kurdistanê ya li ser lewheya wê daxistibûn pir populer bû, noqteyek kontrolê hebû. Li ser plaka seyara me ‘Encumenî Wezîran’ dinivîsî, Kurdistan Xanim û Cemal Reşîd Beg nasraw bûn, wekî ‘mekteb siyasî’ bûn. Lê ez? Ji min nepirsîn, polîsê asayîşê berê xwe da Kurdistan Xanim û Cemal Reşîd Beg, gotin ev kî ye? Min bi qasî fêm bike xwe da naskirin, her du hevalê min jî tiştên xweş gotin li ser min. Îca polîs bi min re ket sohbetê: ‘Kaka, çi dikî le Istenbol, bo çî nayî êra, êra welatî to ye.’ Min jî got, waz’ê we baş bûye, va ye hûn li Kerkûk in jî. Lê ê me muşkulêy mey gewre heye.’ Di wê tariya şevê de, li ser riya Kerkûk û Hewlêr ku her du aliyê wê tije têl in û eger baş bigerî dikarî rastî şopa Enfalan bibî, wî Pêşmergeyê Kurdistanê ji min re got; ‘Na Kaka, be Xwa heta ême neçin ber bi çiyayê Hemrîn û Tikrît, ew şiwênî ku Selahaddîn bi dest wan ve berdaye, muşkuley me çareser nabe.’ Di wê şeva tarî ya li ser wê riya ku di navbera Selaheddîn* û Selaheddîn** de ye ez dîsa rastî Siltan Selahaddîn hatim, gazin û hêrsa Pêşmergeyekî ji nav têlan derbas dibû, ber bi kavilên mucemme’eyên Seddam ve ku ji Enfalan re bûbûn komelegor, diçûn. Gotina wî Pêşmergeyî wekî dîmen ji kaniyên petrolê ku ji erdê agir ber bi asiman de dibarandin û perdeya reş a ji tariyê ji ser rûyê Enfalan dihiland, hê jî di bîra min de ye û qet ji bîra min naçe.
Zivistana 2008’an... Em li Hewlêrê ne, lê vê carê behsa şûn û kesan nakim. Mebesta min li vir ne şexs in, helwest e. Gelek nîqaş çêbûn û ezê nikaribim van ji devê wan kesan bidim. Ji bo ku neheqî li wan nebe vê metodê tercih dikim. Ez bawer im ji hemû parçeyên Kurdistanê kes hebûn, civatek ji civatê entelîjensiya me... Ji her carê bêhtir vê carê bala min kişand ku mesela Selaheddîn bêhtir aktuel bûye û pir tê axaftin. Em, kurdên Iraqê di siyasetê de pragmatîst dizanin û waz’ê wan ê niha jî nîşan dide ku ev rast e. Em kurdên Bakur jî bi awayekî giştî eger bi nav bikim, bêhtir ‘îdealîst’ in. Bo wê jî Başûrî endîrekt, Bakurî dîrekt dipeyivin. Vê carê bi taybetî di axaftinên li ser Selaheddîn de min tabloyek berevajî vê dît. Vê carê ew dîrekt, em endîrekt bûn. Dikare kesên ji Bakur ên li wir îstîsna bin. Lê ê wir ne îstîsna bûn, kesên bijarte, xwedî fikr û ‘piçekî’ jî desthilatdar bûn. Wan bi tundî Selaheddîn rexne dikir, ê me diparastin, ez jî carna di navê de. Sûretek wisa derdiket, ji bo ku mirov şaş nemîne tu sebeb nebû. Nîqaşên li ser madeya 140’î nemabûn, kesî li ser Kerkûkê qise nedikir, jixwe Mûsil tevî ku di 5 salan de 2-3 hezar hawlatiyên kurd hatin qetilkirin jî, tu caran nekete rojeva kurdan, hebe nebe Selaheddîn... Qena’etek wisa bi mirov re çêdibû ku sebebê hemû xirabiyên di tarîxa me de, ev 800 sal e, heta ji wexta ku kurd hene, êdî çend sal e nizanim, lê sebeba hemû têkçûnên me Selaheddîn e. Peymana Qesra Şêrîn, Sykes-Picot, Lozan, parçebûna Kurdistanê, heta sibêro eger madeya 140’î pêk neyê, sebebê wê jî Selaheddîn e. Wê çaxê têgihîştim ku nêrîna hemû kurdan a li ser Selaheddîn eynî tişt e. Ev hemû nîqaş tenê tiştekî nîşan didin ji bo kurdan: Girîngiya Selaheddîn.
Selaheddîn, di nav miletekî ku ‘li derveyî tarîxê’ ye, tarîx bi xwe ye.
Di ber şûrê wî yê ‘îslamê’ re, di bin xeftanê wî de xencereke kurdî ya zîvîn hebûye. ‘Misilmanan’ ew xencer dît, guh nedan şûr, em wî şûrî dibînin, li xencera zîvîn napirsin. Ew xencera ku şûr ko kir, li Qudsê rê li ber toleransê vekir.
Em ji roja ku îro tê de ne li Selaheddîn dinêrin. Çewtî di vir de ye.
Kurd, her çiqas wext di ser ve derbas bûbe jî, di sûretê Selaheddîn de xwe, rewşa xwe ya îro dibînin.
Bi weşandina kitêb û materyalên li ser Selaheddîn bi kurdî û tirkî, em dixwazin li ser bingeheke ilmî ev nîqaş bên kirin. Kitêba yekem a Îbn Xelikan ku yek ji kitêbê herî kevn û girîng a li ser Selaheddîn e em dest pê dikin. Kitêbên Minorsky û Boris James û romana nivîskarê norwecî Thorvald Steen, a li ser Selaheddîn “Babelîsk” di dorê de ne. Çapa nû a “Selaheddin’in Mirasi” tê amadekirin.
Di gelek nîqaşên li ser Selaheddîn û dema wî de, behs dibe ku, her çiqas ne di ma‘neya îro de jî be, dîsa tu statuya kurdan nebû. Kurd tenê esker bûn. Her wiha ciyekî ziman û kultura kurdî jî nebûye. Tişta balkêş ew e ku piştî Selaheddîn bi sedan salan jî dîsa ew rewş nehatiye guhertin. Hê jî bi kurdî, mebesta min kurdiya Bakur e, ne lîteraturek, kitêbek berbiçav li ser Selaheddîn tune. Ne tenê di vê mijarê de bi giştî jimara lêkolînên muteber, werger an telîf, di kurdî de ji tiliyên destekî ne zêdetir in. Heta kurdî di hemû qadên jiyanê de, bi her şêweyî neyê bikaranîn, wê di bin talûke û tehdîdê be. Yek ji armancên herî girîng a van lêkolînan ew e ku kurdî bibe zimanê fikrî, platformek nîqaşê çêbibe, bi “zimanê malê.” Ji bo ku kurdî bibe xwedî statuyek, divê pêşî kurdîaxêv wê qîmet û girîngiyê pê bidin.
Lêkolînên ku ji zimanê eslî tên wergerandin, eger karibin piçekî jî rê li ber merhaleyeke nû vekin, armanca weşana wan wê pêk were. Xwediyê van kitêban tenê xwendevan in. Hêza xwendevanekî têgihiştî ji hêza rêxistin û partiyan mezintir û zêdetir e, ji a hikumet û dewletan jî ne kêmtir e. Ew hêz û bawerî ye ku ev kultur û ziman gihandiye îro. Em bi hêvî ne ku xwendevanê kurdî, perdeyeke tenêtî û jibîrkirinê nakişîne ser van xebatan.
* Masîf ku qarargeha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî lê ye.
** Herêmeke erebên sunne û ba’siyan.
***
*Ev nivîs di pêşeka pirtûka Îbn Xelikan a bi navê "Siltan Selaheddînê Eyyûbî" de hatiye weşandin. Ji ber girîngiya mijarê me ji Abdullah Keskîn xwest ku em di malperê de biweşînin.