Diyarname
Maça fînalê ya tûrnûvaya Euro 2020 bi merasimeke xweş dest pê kir. Şahî, dans û muzîk... Maçê piştî van dest pê kir. Û bi merasima penaltiyan bi dawî bû. Îtalyaya di nîv fînalê de Spanya bi penaltiyan têk biribû, vê carê di fînalê de Îngilistan bi penaltiyan têk bir û bû şampiyon.
11'yên tîman:
Îngilistan: Pickford, Trippier, Shaw, Walker, Stones, Maguire, Phillips, Rice, Mount, Kane, Sterling
Îtalya: Donnarumma, Di Lorenzo, Bonucci, Chiellini, Emerson, Barella, Jorginho, Verratti, Chiesa, Insigne, Immobile.
Maça li Stada Wembleya Londonê ji aliyê hakêm Bjorn Kuipers ve tê bi rê ve birin.
GOL 1:
Hê di deqîqeya 2'yan de îngilîzan bi golek derketin pêş. Ji aliyê rastê kelehê ve Trippier gog ber bi nava sehayê ve şand û Luke Shaw bêyî rawestîne lê da, gog di fîleyê de çikand. Bi formaya tîma neteweyî ev yekemîn gola Shaw e.
Îtalyanan di nîveka yekemîn de 6 şût avêtin, yek rastî kelehê hat. Yê îngilîzan tenê şûtek hebû. Nîveka yekemîn bi 1-0'ê bi serketina îngilîzan bi dawî bû.
GOL 2:
Nivîka duyemîn bi heyecan dest pê kir. ÎTalyan li golê digerin û firsend han: Deqe 67'an de Îtalyayê korner bikar anî, defansê Îngilistanê nekarî gogê bi dûr bixin û Bonucci gol li ser navê xwe qeyd kir. 1-1.
90 deqe: 1-1
Di nîveka duyemîn de e Îtalya heta deqîqeya 75'an bi awayekî berbiçav serdest bû lê piştî 75'an Îngilistanê hakimî girt dest. Lê tu tîmî nekarî encamê biguherîne û maç derbasî 30 deqîqeyên zêdek bû.
SERDEMA PENALTIYAN
Di 15 deqîqeyên nîv saetên zêdek de her du tîm jî sist bûn lê di 15 deqîqeyên duyemîn de Îngilistanê xweş êrîş kir. Heta 5 deqîqeyên dawî jî rewş wisa bû lê nekarîn encamê biguherînin. Û maç derbasî penaltiyan bû.
Bi penaltiyan şampiyon Îtalya
Bi qasî maça ku hate lîstin serdema penaltiyan jî ew qasî bi heyecan bû. Pêşî ji Îtalyayê Berardi penaltî veguhart golê, paşê ji ÎNgilistanê Kane bersiv da. Di penaltiyan de ji Îtalyayê Berotti, Georginho nekarîn golê biavêjin, ji Îngilistanê jî Rasfard, Sancho û Saka nekarîn penaltiyên veguherînin golê û di encamê de Îtalya di penaltiyan de bi 3-2 bi ser ket û bû şampiyon. Îtalyaya ku di nîv fînalê de Spanya jî bi penaltiyan şandibû mal, vê carê Îngilistan bi destvala berê wê da mal.
Bi vê re bû du caran Îtalya Kûpaya Ewropayê bi dest dixe.