Diyarname
Vê hefteyê emê li ser 'Nivîskarî û Çalakgeriya Ziman' biaxivin. Mêvanê Dîwana Me ya Twitterê ya vê şemiyê (12'yê mehê) qunciknivîskarê me Mîrza Ronî ye.
Moderatoriya vê bernameyê helbestvan Bahadîn Robar û rojnameger, sosyal pedagog Zekî Ozmen dikin. Di bernameya ku li gor saeta Amedê saet 22.30 de wê li dar bikeve de nivîskarê me Mîrza Ronî wê li ser nivîskarî, çalakgeriya ziman a li Cizîrê û rewşa heyî bike.
Mîrza RONÎ kî ye?
Mîrza Ronî di sala 1980’î de li gundê Bêdara girêdayî Cizîra Botan tê dinê. Xwendina xwe ya fermî heta Zanîngeha Mersîne beşa Avahîsazîyê ya du salan qedandîye. Piştî ji xwendina fermî xilas dibe tevlî karê malbatê dibe û dizewice. Di sala 2008’an de li Cizîre dibe aktîvîstekî zimanê kurdî û ji xebatê ziman re pêşengîyê dike. Ji ber çalakiyeke li ser xebatên ziman heman salê tê girtin û demeke li zindanê girtî dimîne. Piştî ji zindanê derdikeve xebatên xwe yên li ser ziman didomîne. Bi çend hevalên xwe re pêşengiya derxistina kovara “Hawara Botan”ê dike û kovar heta 15 hejmaran weşana xwe didomîne. Dema di nav van xebatan de ji angeştên siyasî di sala 2011’an tê girtin û heta sala 2015’an dîsa girtî dimîne. Piştî ji zindanê derdikeve dîsa xebatên xwe yên çandî û nivîskariyê didomîne. Di rojnameya Azadiya Welat de dest bi karê rojnemageriyê jî dike û heta rojname tê girtin jî dixebite. Niha jî wekî rojnamegerekî serbixwe karê nivîskariyê didomîne û endamê Komelaya Nivîskarên Mezopotamyayê ye.
Di Kongreya Dawî ya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek de ji bo Hevserokatiya Komeleyê hat hilbijartin.
Heta niha nivîsên wî; di Rojnama Azadîya Welat, Kovara Hawara Botan, Rojnameya Cîzre Postasi û li Kovara W de hatine weşandin.
Mîrza Ronî heta niha pirtûkek dexistiye. Pirtûka wî ya bi navê “Tevna Çand û Ziman” di sala 2017’an de ji Weşanên J&J’yê derketiye.