logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

Kurtefîlm û belgefîlmên pêşbaziyê diyar bûn

Kurtefîlm û Belgefîlmên ku di pêşbaziya Festîvala Fîlman a Stenbolê dê dê bêne nîşandayîn hatin eşkere kirin. Di nav wan

  • Dîrok: 13/05/2021
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil OGUZ

Kurtefîlm û Belgefîlmên ku di pêşbaziya Festîvala Fîlman a Stenbolê dê dê bêne nîşandayîn hatin eşkere kirin. Di nav wan de belgefîlm û kurtefîlmên derhênerên kurd jî hene.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal jî ji ber pandemiyê wekî online li dar dikeve. Ji ber vê jî festîvalê îsal fîlm li sê mehan belav kirin. Fîlmên derveyî Tirkiyeyê hatine anîn meha borî nîşandayîna wan dest pê kir. Festîval vê mehê jî bi van fîlman û ligel van bi kurtefîlm û belgefîlman didome. Meha pêşiya me jî dê fîlmên metrajdirêj ên ji Tirkiyeyê bêne nîşandayîn.

Festîvala ku ji aliyê ÎKSV’ê ve tê organîzekirin îsal ket 40 saliya xwe. Festîvalê niha kurtefîlm û belgefîlmên di beşa pêşbaziyê de eşkere kirin. Di navbera rojên 20-30 gulanê de ev kurtefîlm û belgefîlm wekî online dê bêne nîşandayîn. Bilêtên wan jî 18’ê mehê dê bêne firotin.

PÊŞBAZIYA KURTEFÎLMAN

Di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman a Neteweyî de îsal 13 kurtefîlm cih girtine. Lîstikvan û sazkar Nazli Bulum, derhêner Engin Erden û nivîskara sînemayê Selin Gurel di nav endamên juriyê yên vê beşê de ne û ewê kurtefîlmê serketî eşkere bikin. Bi piştgiriya Anadolu Efesê kurtefîlmê ku bi ser bikeve dê 5 hezar TL xelatê bigire.

Wekî nîşandayîna kurtefîlman ew kirine du beş, wekî bername 1 û bername 2. Di nav bername 1’ê de ev kurtefîlm hene: “Suçlular” (Dehêner Serhat Karaaslan), “Oglago” (Dehêner Efe Oztezdogan), “Cengiz” (Dehêner Haydar Taştan), “Surgunde Bir Yil” (Dehêner Malaz Usta),  “Cemile” (Dehêner  Belkis Bayrak),  “Mozaik” (Dehêner İmge Ozbilge, Sine Ozbilge), “Akint” (Dehêner Arda Ekşigil) Di nav bername 2 de jî ev fîlm hene: “Mamaville” (Dehêner Irmak Karasu), “Lâl” (Dehêner Gokalp Gonen),  “Seval” (Dehêner Ahmet Keçili), “Binbir Gece” (Dehêner Mahsum Taşkin), “Çamaşir Suyu” ((Dehêner  Buşra Bulbul), “Susam” (Dehêner Sami Morhayim)

PÊŞBAZIYA BELGEFÎLMAN

Beşa Pêşbaziya Belgefîlman a Neteweyî bi sponsoriya Discovery li dar dikeve û belgefîlmê bi ser bikeve dê bi xelata 20 hezar TL bê xelatkirin. Di vê beşê de 9 belgefîlm hene. Derhêner Serdar Kokçeoglu û Martina Priessner, derhêner û sazkar Hasan Soylemez dê belgefîlman binirxînin û xelat bikin. Roja 22’yê gulanê dê dest bi nîşandayîna belgefîlman bikin û her belgefîlm sê rojan dê bikaribe li ser online bê temaşekirin. Belgefîlmên vê beşê û rojên nîşandayîna wan bi vî rengî ye:

- 22 Gulan 2021 Şemî / Ruzgâr Tayi / Derhêner Sidar İnan Erçelik

- 23 Gulan 2021 Yekşem / Guneşte Bir An / Derhêner  / Leslie Ortabaşi, Oktay Ortabaşi

- 24 Gulan 2021 Duşem / Hasankeyf / Heskîf / Derhêner Elif Yîgît

- 25 Gulan 2021 Sêşem / Gurbet Artik Bir Ev / Derhêner Pinar Oğrenci

- 26 Gulan 2021 Çarşem / Hem Musluman Hem Feminist / Derhêner Nebiye Ari

- 27 Gulan 2021 Pêncşem / Anima / Derhêner Yusuf Emre Yalçin

- 28 Gulan 2021 ÎN / Patrida / Derhêner Ayça Damgaci, Tumay Goktepe

- 29 Gulan 2021 Şemî / Merhaba Canim / Derhêner Ulaş Tosun

- 30 Gulan 2021 Yekşem / Nosema / Derhêner Etna Ozbek

DERHÊNERÊN KURD

Di nav bernameyê de çend derhênerên kurd jî hene. Ji wan derhêner Serhat Karaaslan bi kurtefîlmê xwe "Suçlular" di nav Pêşbaziya Kurtefîlman de cih digire. Kurtefîlmê ku di Festîvala Fîlman a Sundance de bal kişandibû ser xwe, çîroka du ciwanên hezkiriyên hev nîşan dide. Hezkiriyên ku dixwazin şevek bi hev re derbas bikin, lê encamê de tirs, talûke, biçûkxistin û gelek zehmetiyên din dibînin. Derhêner Karaaslan li ser kurtefîlmê xwe wisa dibêje, "Karakterên di fîlm de bi awayekî masûmane dixwazin tiştek bikin lê ev tiştên dixwazin bikin dibe sedema sûcek. Ez vî tiştî wekî tiştek masûm, şûmî dibînim, lê encameke giran derdikeve holê. Loma min naveke îronî 'Yên bi sûc' lê kir."
Her wiha derhêner Mahsun Taşkin jî bi kurtefîlmê xwe "Binbir Gece” (Hezar û Yek Şevê) beşdarî Pêşbaziya Kurtefîlman dibe. Fîlm bi yek ji çîroka çîrokên hezar û yek şevê hezkirina zarokakî kurd ji bo xwendina pirtûkan tîne ber çavan. Zimanê fîlmî 17 deqîqeyî bi kurdî ye. Ji serî heta dawî ziman bi kurdî ye lê çima di afîşê de nav ne bi kurdî ye nayê zanîn. Fîlmî par di Festîvala Fîlman a Antalyayê de Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî girtibû.

Derhêner Elîf Yîgît ku berê belgefîlmê bi navê "Lîstikên Bê Sînor" kişandibû, vê carê bi "Heskîf"ê li pêşberî temaşevanan e. Heskîfê ku dîroka 12 salan bû ket bin avê, dibe mijara xebatên hunerî. Yîgît jî bi "Heskîf"ê xwe di nav Pêşbaziya Belgefîlman de be.

BILÊTÊN FESTÎVALÊ

Bilêtên van beşan 18’ê mehê têne firotin. Ji bo hemû belgefîlm û kurtefîlman 130 TL, tenê yek bi 12 TL7yî ye. Ji bo tenê kurtefîlman (her du bername, 13 fîlm) 30 TL ye.

***

Nûçeyên Eleqedar:

- Fîlmên vê mehê yên Festîvala Stenbolê li benda temaşevanan in 

- Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin 

- Fîlmên Festîvalê li benda temaşevan in 

- Li fîlmên rengîn ên Hitchcock temaşe bikin

- 
Festîvala Fîlman a Stenbolê dest pê dike

- Festîvala Stenbolê navê Serokê Juriya Neteweyî eşkere kir 

- Bi ser online re fîlmên ji festîvalên navdar hatine têne nîşandayîn 

- Ji bo Festîvala Stenbolê dema serîlêdanê dest pê kir   

 ***
Fragmanê belgefîlmê Elîf Yîgît, "Heskîf"ê:

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 14 10 2026

Li Kerkûkê belgefîlmê 'Çawe' hate nîşandayîn

news
  • 08 10 2026

Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan nivîskara ji Kanadayê Anne Carson

news
  • 06 10 2026

Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên

news
  • 04 10 2026

Ji bo Fûara Pirtûkan roja dawî

news
  • 03 10 2026

‘Moraşîn’ bi kadroyeke mezin li ser dikê ye

news
  • 30 09 2026

Fîlmên Kurdî li New Yorkê ne

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

15 roj cezaya girtinê dan Azadiya Welat

ad

'Em berçavikên wî nafroşin'

ad

Saziyên bi kurdî xebatê dikin: Em vê zilmê qebûl nakin

ad

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

ad

'Xwebûn'a nû bi sernavê 'Dengbêjî rihê jinan e' derket

ad

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname