Diyarname
Di Lîga Ewropayê ya UEFA'yê de ji bo Dora 16'an pişke hat kişandin. Maçên Dora 16'an yên yekemîn dê roja 11 û yên rovanşê dê roja 18'ê adarê bêne lîstin.
Pişke bi vî awayî çêbû:
- Ajax-Young Boys
- Dinamo Kiev-Villarreal
- Roma-Shakhtar Donetsk
- Olimpiakos-Arsenal
- Dinamo Zagreb-Tottenham
- Manchester United-Milan
- Slavia Prag-Rangers
- Granada-Molde
Yên bi ser bikevin dê derbasî Çarîk Fînalê bibin û yên din vegerin mala xwe.