Diyarname
Rojnameger Mehmet Ali Birand beşdarî bernameya Cuneyt Ozdemir "Soru-Yorum" a di CNN Turkê de bû. Li ser pirsa Ozdemir a wekî "Heta niha ji kîjan hevpeyvînê te zehmetî kişandiye?" Birand wisa got: "Helbet hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re. Yekem car bû min hevpeyvîn pêre kir. Der barê pirsgirêka kurd de fikrek cihê da min. Jixwe berî hevpeyvînê mesele derket. Bi weşandina hevpeyvînê re doz li min vebû, bi 15 sal daxwaza cezaya hepsê ez hatim darizandin, lê ez qet ne poşman im. Niha jî derfet hebe ez dixwazim bi Ocalan re hevpeyvînê bikim."
Birand di êvara 18'ê mehê de beşdarî bernameya Ozdemir a di CNN Turkê de bû. Li ser pirsa "Tu ji kî hesûdî dikişînî?" jî Birand wisa got: "Li gor rewşê diguhere. Mînak Hasan Cemal çû Qendîlê bi Karayilan re hevpeyvîn kir min hesûdî kişand, tu çuyî te şerê Iraqê şopand min hesûdî kişand. Tiştên wisa ez hesûdî dikişînim."