Diyarname
Di van demên dawî de li ser tora civakî gelek jinan peyam belav kirin û nivîskarên ku tacîzê (destdirêjî) wan kiriye eşkere kirin. Li ser vê rûdanên nû çêbûn.
Salên borî li dinyayê bi navê "Me too" tevgerek dest pê kiribû û jinan serî hildabû. Jinên navdar ku di qada hunerê de rastî tacîzê hatibûn ev tevger dabûn dest pê kirin. Niha li Tirkiyeyê jî pêlek wekî vê dest pê kir. Pêşî Pelin Bozuk peyam weşand û qala tiştên hatin serê wê belav kir. Paşê Asli Tohumcu û gelekên din bûyerên hatine serê wan anîn ziman. Di van parvekirina de navê kesên wekî Hasan Ali Toptaş, Ali Lidar, Îbrahîm Çolak, Bora Abdo, Nevzet Çelîk, Vedat Ozdemîroglu, Korhan Gumuş, Metin Ustundag ji ser tora civakî re hatibûn eşkere kirin û di serdemên berê de hin jin tacîz kirine.
Toptaş lêborîn xwest
Niviskar Hasan Alî Toptaş bi ser tora civakî re peyamek weşand û lêborîna xwe xwest. Toptaş di lêborîna xwe de gotibû ku ji ber kirinên ez jê hay nebûn, yan min tam bîr nebir, ez ji hemû mirovên ku min ew şikandine, xemgîn kirine û birîndar kirine ji dil lêborînê dixwazim.
Nivîskar û Weşanger întîxar kir
Nivîskar û weşanger Îbrahîm Çolak jî îro bi ser hesabê xwe yê civakî re peyamek weşand û piştî wê întîxar kir. Çolak li mala xwe bi soriyê dogalgazê ve xwe daliqand. Çolak berî vê kirinê ev peyam belav kiribû, "Min xwe ji bo dawiyeke wisa amade nekiribû. Armanca min ez bibim mirovekî baş lê ez bi ser neketim. Ez dikarin bi saetan rojan binivîsim lê ev yek nikare tiştek bi paş ve vegerîne. Ji vê saetê şûnda ezê çawa li ser û çavên jina xwe, zarokên xwe, dostên xwe binêrim. Tu kes bi temamî ne sûcdar e, lê gotina ku min ji hinên din re digot, 'tiştên li me tê em bikin' û ew tişt min bi xwe nekiriye, loma poşmaniya min heye. Ez ji bo dostên min ên ku ji min hez dikin, dostên min diparastin, bi taybetî jina min û zarokên min, di nav xêrê de bimînin."
Îthakî peymana ligel Lidar betal kir
Yek ji kesên hatiye sûcdar kirin jî Ali Lidar bû û pirtûkên wî ji Weşanên Îthakî derketine. Weşanên Îthakî ji ser hesabê xwe re peyamek parve kir û got, "Daxuyaniyên van demên dawî hatine dayîn derket holê ku tiştên hatine jiyîn tu demê nayên piştguh kirin. Ji ber vê yekê em êdî ligel Ali Lidar naxebitin." Li aliyê din Ali Lidar li ser twittera xwe dibêje tiştek wisa nîn e û dibêje ew bi xwe dijî tacîzê ye.
Îletîşîmê peymana ligel Abdo betal kir
Îletîşîmê jî peyam weşand û got ku li ser em ligel nivîskarên xwe Pelin Bozuk û Asli Tohumcu ne û ji îro wêde em têkiliyên xwe ligel Bora Abdo qut dikin.
Li aliyê din Pirtûkxaneya Lîlavê ku li Wanê pirtûkan difroşe eşkere kir ku ew pirtûkên Hasan Ali Toptaş û Bora Abdo ji refan daxistine û êdî nafiroşin.
Everestê peymana ligel Toptaş
Everestê ji bi peyamek eşkere kir ku wan têkiliya xwe ya ligel Hasan Ali Toptaş qut kiriye. Sakzara fîlman Muge Buyuktalaş dê ji romana Toptaş fîlmê "Kuşlar Yasina Gider" bikişanda eşkere kir ku wan proje betal kiriye.
Ji Abdo jî peyam ha
Piştî van geşedanan nivİskar Bora Abdo peyamek weşand û îdîaya li ser wî red kir. Abdo got ku di sala 2014'an de ew û Asli Tohumcu ji şevek dema derketine siwarê heman teqsiyê bûne, ji ber ku teqsî bi heman cihî ve diçû, pereyên teqsiyê wê dane, wê çaxê dema mesele vebûye lêborîn xwestiye û wekî din tu tiştek nebûye. Her wiha Abdo di peyama xwe de dibêje ji Hurriyet û Gazete Duvar li min geriyane, min ew daxuyanî ji bo wan şandiye ew nizane Hurriyetê çima ew daxuyanî neweşandiye lê ji Gazete Duvar Anil Mert Ozsoy gotiye ji ber "rêgezên weşanê" wan neweşandiye. Abdo li vir pirsa çimaya neweşandina xweparastina wî jî dike.
Weşanxaneyan daxuyanî da
Li aliyên din ji weşanxaneyên Ayrinti heta Notabene, Dogan, heta Weşanên Ve, gelek weşanxaneyan ji ser tora civakî re peyam weşandin, bûyerên tacîzê şermezar kirin û gotin ku ew li pişta wan jinan in. Helwesta TYS û PEN'ê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê (TYS) pêşniyarê weşanxaneyan kir û got ku dema hûn peymanê ligel nivÎskaran saz bikin xala tacîzê jî bixin nav peymanê. PEN'a Tirkiyeyê jî bi daxuyaniyek weşand û gotina "Eline, beline, diline hakim ol" (hay ji doxîna xwe, ziman û destê xwe hebe) parve kir.


